Kedkaran çalakiya karberdana ya rojekî pêk anîn
16:24
JINHA
AMED- Endamê SES'ê li dijî sûrgûnên hat kirin de çalakiya karberdana rojekî pêk anîn. Hevseroka SES'ê ya Şaxa Amedê Gonul Erdem, diyar kir ku AKP di bin navê 'di xizmetê de qalite' kedkaran sûrgun dike û wiha bang li AKP'ê kir:" Eger hûn qalîte dixwazin werin em bi hev re rûnin û der heqê xizmetek wekhev, belaş û bi zimanê dayikê çawa pêk bibin biaxivin."
'Bîjî yekîtiya kedkaran'
Şaxa SES'ê ya Amedê ji bo 20 hemşîreyên ku cihê wan hatibû gûhertin çalakiya karberdana ya rojekî li darxist. Berî çalakiyê li ber deriyê avahiya Nexweşxana Nexweşiya Dev û Diran daxûnî hat dayîn. Odeya Tabîban, Odaya Diranan, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Şık Barut û gelek kedkarên tendûristiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Kedkaran bênavber sloganên" Bijî yekîtiya kedkaran", "Serkeftin dê ya kedkaran be", " Vaye sendîka vaye KESK" hatin avêtin. Li ser navê SES'ê Hevseroka SES'ê Gonûl Erdem axivî.
'Em serî li ber we natewînin'
Gonûl diyar kir ku ew her roj rastî pêkaninê AKP'ê tên û wiha axivî:"Li Amedê nêzî 50 hevalên me hatin sûrgun kirin. AKP vê di bin navê "di xizmetê de qalîte" dike" Gonul bang li AKP'ê kir û wiha got:" Eger hûn qalîte dixwazin werin em bi hev re rûnin û der heqê xizmetek wekhev, belaş û bi zimanê dayikê çawa pêk bibin biaxivin."Lê em baş dizanin ku hûn rast nabêjin û hûn jî me baş nasdikin ku em serî li ber we natewînin"
Gonul da zanin ku, AKP bi sûrgunan dixwaze ku hemşîreyan mecburî teqawîtbunê bike û wiha berdewam kir:" AKP kedkaran mehkûmî teqawitbûyina gorê û birçibûnê kiriye." Gonul di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, ew tu car têkoşîna xwe bernadin û ew serî natewînin.
Pişti Gonul, Endamê Odeya Hekîmê Diranan Mustafa Tumerdem axivî. Mustafa diyar kir ku li Nexweşxaneya Diranan de pêwistiya wan bi elemanên perwerdekirî re heye lê bi kesên sûrgunî vir bûne re pirsgirêk çareser nabe hê kûrtir dibe. Piştî daxûyaniyê kedkar di qafeya nexweşxaneyê de çalakiya xwe berdewam kirin.
(ma-ra/ch)

