Di 15'ê Sibatê de meşa mezin ya Amedê
17:24
JINHA
AMED - 15'ê Sibatê, sersala komploya navnetewîye ku Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyê hatibû kirin, dê li Amedê meşek girseyî were li dar xistin.
Di sersala 15'ê Sibatê de ku di sala 1999'an de Serokê PKK'ê bi komployek navnetewî teslîmî Tirkiyê hatibû kirin li Amedê bi pêşengtiya DBP'ê dê çalakî were li dar xistin. Daxûyaniya ku der heqê vê mijarê de hate dayin de hat diyar kirin ku, di 15 Sibatê de saet 12.00'an de, ji ber avahiya DBP'ê heta Qada Şêx Seîd(Deriya Çiyê) dê meş were li dar xistin.
Ji bo xebatên meşê di taxan de komisyon hat ava kirin û 150 hezar belavokên destan hat amade kirin. Her wiha ji bo bangawaziya meşê li hin xalên bajêr dê li billboarda pankart were daliqandin. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin:'' Komploya navnetewî di şexsê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Divê gelê Kurd vê komployê vala derxine û ji bo azadiya Ocalan bibin yek deng.Hemû kes ji bo tevlîbûnek xurt divê bangawaziya meşê jî bikin.''
Ji bo şermezarkirina komployê dê li hemû mal û saziyan potên reş were daliqandin.
(ch)
