Sinetkirina jinan dibe sedema mirinan
11:27
JINHA
MISIR - Rêxistina Tendûristiya Cihanê bi sedema 6'ê Sibatê ya roja têkoşîna sinetkirina jinê re diyar kir ku di seranaserî cihanê, ji Efrîqa heta Asya û heta li Ewrûpa 140 mîlyon jin hatine sinetkirin. Li 28 welatên Efrîqayî, Iraq û Başûrê Kurdistanê, Îran, Serîlanka, Sengapûr, Maleziya, Endonezya, Filîpîn, welatên Korfêzê, Erebîstan, Hindîstan, Pakistan û Parzemîna Asyayê, ew welatên ku jin tê de tên sinetkirin in. Li welatê Elmanya jî heta niha 30 hezar jin hatine sinetkirin û 5 hezarên din jî di bin vê xetereyê de ne.
Lı gor raporên Rêxistina Tendûristiya Cihanê, tê diyar kirin ku ji her çar jinên ku tên sinetkirin, yek ji wan dimire. Yek ji wan jinan jî Sehîl Elbetî ya 13 salî bû ku havîna borî li Misirê dema ku dihate sinetkiri jiyana xwe ji dest da.
Di dîroka Misirê de cara yekemîn, bijişkê ku vî karî kiriye û buye sedema mirinê hate darizandin û 2 sal û 3 meh cezayê girtinê jê re hate dayîn. Kilînîka wî jî bi qasî salekî cezayê girtinê hat birîn. Bavê Sehîl jî ku keça xwe ji bo emeliyatê biriye kilînîkê jî cezayê sê salan girtîgehê jê re hate dayîn.
Sinetkirina jinan ji bo pêşîgirtina ji her cure têkîliyên cinsî pêk tê û ji sedî 15 kesên ku têne sinetkirin jî jiyana xwe ji dest didin. Herî zêde jî li welatên wek Erître, Cîbotî û Somalî pêk tê.
Sinetkirina jinan li Îranê
Jina bi navê Rayihe Muzeferiyan di sala 2013'an de der barê encama lêkolînên xwe yên li ser Sinetkirina jinan li Îranê pirtûkek bi nav 'Jîlet û Kevneşopî' belav kir. Ev pirtûk di dema serokkomariya Ehmedî Nejad de mafê çapkirinê wernegirt lê belê li ser malperên înternetê hate belavkirin.
Niha Wezareta Irşad ya Dewleta Rûhanî destûra weşanê daye vê pirtûkê.
Muzeferiyan dibêje ku ev pirtûk di encama lêpirsîna bi 4000 jinên di navbera 15 û 49 salî de ye ku di bajarên Cezîreya Qişm, Îlam, Kirmanşan, Sine û Başûrê Azerbaycana Rojava bûye. Encama van lêkolînan nîşan dide ku zêdetirî sinetkirinên jinan li Başûrê Îranê bajara Cezîreya Qişmê pêk tê. Jinên ku hatine sinetkirin ji sedî 83'ê re pirs hate kirin ku ew vê muameleyê dipejirînin an na. Encama vê lêkolînê de, ji sedî 60 jin diyar kirine ku wê vî karî li ser keçên xwe jî pêk bînin.
Li herêmên Rojhilatê Kurdistanê ev hejmar di navbera ji sedî 50 û 70'ê de ye. Rayihê Muzeferiyan diyar dike ku li Kurdistanê herêm bi herêm cudahî heye. Dibe ku li gundekî sinetkirin hebe lê li gundekî 5 kîlometre dûrî vir tiştek wisa tunebe. Ji bo wê jî mirov nikare hêjmarek teqez der barê Rojhilata Kurdistanê de bêje.
Rayihê Muzeferiyan da zanîn ku texmînek mezine ku li hemû Eyaleta Hormozganê ya Îranê jin têne sinetkirin. Lê hin heremên Îranê de dibe ku rewş cudatire be.Dîsa ihtimalên dîtir jî hene ku sinetkirina jinan, li Başûrê Eyaleta Fars, Heremên Başûrê Eyaleta Kiramanê, hinek heremên Bûşehir, Sîstan û Belûcistanê û di nava Turkmenên Gulistanê ku dikeve Bakûrê Îranê jî tên kirin.
Fetvayên melayên Îranê
Rayihe Muzeferiyan di der heqê lêkolînên xwe ya li ser sunetkirina jinan de diyar dike ku ew çûye gel hin melayan jî û got:''Yek ji wan meleyan bi navê Ayetullah Sîstanî, hevdîtina me ya yekemîn de anî ziman ku sinetkirina jinan rewa ye lê piştî êrîşên DAIŞ'ê ya ser Iraqê û bi belavkirina fetvayên DAIŞ'ê ya li ser sinetkirina jinan nêrînên Ayetullah Sîstanî guheri û sineta jinan wek sûcekî bi nav kir. Piştre jî fetvayek li ser vê mijarê derxistîye.''
Piştî çend salan û bi hişyariyên der barê zirarên Sunetkirinê de Rêberê Rûhanî yê Îranê, Elî Xaminêyî di sîteya xwe de wuha dibêje: "Ji ber ku Sunetkirina jinan urfekî civakî nîne û gelek mijarên din jî hene ku ne çand û urfa civakê ne û bi demê re bêwate dibin, pêwîste êdî Sunetkirin nebe."
Di bersiva pirsa ku ger mêrek ji hevjîna xwe bixwaze ku jin xwe sinet bike, wê çawa bibe, de jî tê gotin: "Ger ziyan û pirsgirêkek ji bo jinê dernaxe divê guh bide axaftina hevjînê xwe!"
Qanûn çi dibêje?
Li gor maddeya 663'an a qanûna cezaya îslamî ya Îranê jina ku tê sinetkirin, dikare ji wê kesê ku ew sinet kiriye, gilî bike. Rayiha Muzeferiyan diyar dike ku ji ber jinên ku têne sinetkirin hemû di bin 18 saliya xwe de ne û ji bo pêşkêşkirina gilî kirinê an doz vekirinê divê 18 saliya xwe derbas kiribin e.
Li Başûrê Kurdistanê ji 10 sale ku têkoşîna bi sinetkirina jinan dest pê kiriye. Rayihê Muzeferiyan der heqê vê de jî axivî û diyar kir ku avabûna sazî û dezgehên sivîl ji destpêka avakirina xwe de dest bi lêkolînan kirine û axaftina xwe wiha domand:'' Hewildanên bi vî rengî gelek giring e lewre dibe sedema nîşandayinê kun sinetkirina jinan di Quranê de jî nîn û ev kar di bin navê olî de tê kirin. Ev hewildan çend sal berê encam girt û pêşnûmeyek di der barê qedexe kirina sinetkirina jinê de pêşkeşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat kirin û hat qebûlkirin.
Rayihe Muzeferiyan, anî ziman ku serkeftina herêma Kurdistanê di tekoşîna bi sinetkirinê re di Asyayê de bê mînak dibîne û diyar dike ku ev yek bû sedem ku bala Rêxistinên Cihanê ku piranî li ser Afrîqa bû, vegere ser Parzemîna Asyayê. Rayihê axaftina xwe wiha domand:''Saziya Tendûristiya Cihanê diyar dike ku ev kiryar jinan seqet dike û ji bo wê jî mirov dikare bêje ku li seranserî cihanê 140 mîlyon jin bi destê dê û bavên xwe têne seqetkirin.''
Kaynak:(BBC)
(ch)
