Meclîsa Îştar konferansa xwe bi dawî kir

18:53

 


JINHA


MEXMÛR -Li wargeha penaberan a Ş. Rûstem Cûdî, Meclîsa Îştar konferansa xwe ya 9'emîn lidarxist.


Konferans di 6'ê Sibatê de seat 8:00'an de li salona konferansa wargeha Ş. Rûstem Cûdî, bi tevlîbûna 500 delegeyan ve destpê kir. Konferans 3 rojan berdewam kir.


Konferans, ji bo cangoriyên tevgera azadiyê bi degeqeyek rêzgirtin destpê kir.Di konferansê de axaftina vekirinê ji alî endama koordînasyona KJK (Komalên Jinên Kurdistan) Leyla Agirî ve hat kirin.Piştî axaftina Leyla Agirî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Konferans bi hilbijartina dîwanê derbasî rojeva xwe bû. Rojevên konferansê wek made hat diyar kirin û bi xwendina raporên xebatên du salan ya Meclîsa Îştar berdewam kir.


 Her wiha niqaşên pêvajoya siyasî û rêxistinî hatin destpêkirin. Di niqaşên pêvajoya sîyasî de rola ji nû ve avakirina meclîsê bi awayekî  berfireh hat gûftûgo kirin. Di heman demê de pêwistiya rêxistinkirina jinan, meclîsan, rêxistinkirina perwerdekirina jinan  ya qada  îdeolojîk, rêxistinî, parastina cewherî de û divê çareserkirina pirsgirêkên civakî derket pêş. Her wiha hat diyar kirin ku di çareserkirina van pirskirêkan de herî zêde rol dikeve ser milê jinê.


'Komisyon hat amade kirin'


Di konferansê de komîsyonên civakî û rêxistinî hatin ava kirin.


Komîsyonên ku hatin ava kirin ev in;


Komîsyona aborî, perwerdehî, komîsyona zarokan,tendûristî, çandî, çapemeniyê, komîsyona karê derve, komîsyona jinên karker, jinên ciwan,


Di konferansê de di derbarê rêxistinê, parastinê û çalakiyan de gelek biryar hatin girtin;


Biryarên hatine girtin ev in;


1- SererastkirinaTendûristî, azadî û ewlehiya Rêber Apo. Hevdîtinên bi Serok Apo re tê kirin divê di  qadên azad de were meşandin.


2- Meclîsa Îştar ava kirina xweseriya demokratîk û li ser bingehê parastina aktîf xwe bi rêxistin bike û li ser  vê bingehê xwe ji nû ve ava kirinê pêşbixe.


3- Xebatên komun û meclîsan yên ku hatine destpê kirin temam bike, konferansa komun û meclîsan çêbike.


4- Pêvajoya ku Rêber Apo li Bakûrê Kurdistanê pêş xistiye bi hêz xwedî  lê derbikeve û taslaka ku RêberApo pêş xistiye pratîkirin esas bigre.


5- Şoreşa jinê ya ku li Rojava hatiye pêş xistin xwedî derbikeve û belavkirina wê ji bo xwe esas girtin.


6- Meclîsên zarokan ava kirin.


7- Perwerdeyên parastina cewherî bi awayek berfireh her tim pêşkirin û jinên wargehê bi giştî perwerdeya çek bibîne, jinên ciwan teknîkên parastina cewherî hîn bibin, yekineyên parastina cewherî were ava kirin.


8- Jinên dengbêj hê zêdetir werin bi rêxistin kirin.


9- Broşurên ku dîroka jinên wargehê ve dibêje were derxistin.


10- Dosyayên nivîskî û di derbarê jinên wargehê yên şehîd de were amade kirin.


11- Di wargehê de çandina daran her tim were kirin.


12- Kooperatîfên aboriya komunal were ava kirin


13- Di çerçeveya netewa demokratîk de bi hemû sazî û dezghên jinan re çûyîna rêxistinkirinek hevbeş.


14- Di şexsê Zeynep Celaliyan de ji bo hemû jinên nexweşyên di zindanan de etkinlik werin kirin.


Bi girtina biryaran ji bo rêveberiya Meclîsa Îştar hilbijartin hat kirin. Li gor vê di hilbijartinê de ji 31 endam ji bo rêvebariya Meclîsa Îştar hatin hilbijartin.


Di konferansê de axaftina girtinê ji alî koordînasyona KJK'ê Jiyan Denîz ve hat girtin. Piştî axaftina Jiyan Denîz jinan bi durişmeyan û tililiyan govend girtin û bi serkeftin konferansê pîroz kirin.


(ch)