Dêrxas û Hezex ji bo şervanên YPG/YPJ'ê li ser sînor nobetê digrin

10:00

 


JINHA


RIHA - Nobetên çalakiyê piştî operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê bi paralel berfireh dibe. Piştî gundên Mehser û Miseynterê çalakiya nobetê gihîşt gundê Elîzer yê li Rojhilata Pirsûsê. Welatiyên ji Dêrxas (Haskoy) a Mûşê û Hezexê (Îdîl) ya Şirnexê hatin gundên berxwedanê û xeleka mirovan pêk tînin û berê xwe didin Kobanê piştgiriyê didin şervanên leheng.


Piştî navenda Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, ji 3 enîya jî paqijkirina gundan bênavber didome. Her wiha li gundên berxwedêran jî nobet berdewam dike. Nobetên çalakiyê piştî operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê bi paralel berfireh dibe. Piştî gundên Mehser û Miseynterê çalakiya nobetê gihîşt gundê Elîzer ya li Rojhilata Pirsûsê. Welatiyên ji Dêrxas (Haskoy) a Mûşê û Hezexê (Îdîl) ya Şirnexê hatin gundên berxwedanê û xeleka mirovan pêk tînin, berê xwe didin Kobanê û piştgiriyê didin şervanên leheng. Welatiya bi navê Şêrîn Tatlî ya ji Xezexê hatiye, diyar kir ku bi serfîraziya Kobanê  pir kêfxweş bûye û ji bo piştgiriyê bide şervanên YPG/YPJ'ê hatiye gundê Elîzer tevlî çalakiya nobedê bûye.


'Êdî 4 çar perçeyan de Kurd bila bibin yek!'


Welatiya bi navê Hayat Ûca ya ji Hezexê hatiye, da zanîn ku ji bo piştgiriyê bide şervanên YPG/YPJ'ê hatiye gundê Elîzerê û wiha axivî: "Hatina me ya vir ji bo xwedîderketina gelê me yê Kobanê ye. Xwedîderketina şehîdên me û serokê me Abdûllah Ocalan e.  Serê me bi serkeftina Kobanê re bilind e û em pir dilşa ne. Berxwedana Kobanê di serî de şervanên YPJ'ê di cihanê de bû mijara sereke. Êdî her kes Kurda nas dikin. Kobanê ne cihekî cuda ye. Tu cudatî ya Pirsûsê, Xezexê û Qoserê ji Kantona Kobanê tune ye. Hişê me Kurda hê nû hat serê me. Divê ev ji me re bibe ders. Êdî 4 çar perçeyan de Kurd bila bibin yek."


'Divê hemû gelên cîhanê ji bo Kobanê rabin ser piyan'


Welatiyê bi navê Alî Yeşîlman jî destnîşan kir ku şerê li ser Kobanê pêk hat, tenê ne li ser Kobanê pêk hati ye, li ser hemû gelên cîhanê pêk hati ye. Yeşîlmen bi lêv kir ku divê hemû gelên cîhanê ji bo Kobanê rabin ser piyan û wiha pê de çû: "Ev 5 mehin çeteyên hovane êrîşî Kobanê dikin. Kobanê, ev 5 mehe li ber xwe dide û bi berxwadenek bêhempa û dîrokî hat rizgarkirin. Mûsûl di rojekê de ket û peşmergeyan axa xwe berdan û reviyan. Lê şervanên me yê leheng heta dawiyê ber xwe dan û nehiştin Kobanê bikeve. Kobanê bi xwîna şehîdên me yê leheng hat rizgarkirin. Xwe ji bo gelê xwe feda kirin. Divê em jî li wan xwedî derkevin. Em ê van sînoran ji holê rakin û em ê 4 perçe Kurdîstan bikin yek."


'Ligel hemû alîkariya dewletên navnetewî YPG/YPJ'ê bi ser ket'


Hevserokê DBP ya navçeya Dêrxasê a Mûşê Raîf Yilmaz, li gundê Miseynterê de tevlî çalakiya nobedê bûye got:'' Em ên alîkarîyê didin çeteyên DAIŞ'ê şermezar dikin. Ligel hemû alîkariya dewletên navnetewî şervanên YPG/YPJ'ê bi ser ketin. Raîf da zanîn ku rizgariya Kobanê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, bi ser ketiye û her diçe ber bi gihîştina 4 perçê Kurdîstanê diçe. Raîf, gotina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû 'Kobanê ket an dike bikev e' bi bîrxist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yên wek Erdogan piştgirî didan çeteyan, bi dirûtiyên xwe wenda kirin. Bila êdî her kes hêza Kurdan bizanin. Dema em Kurd bibin yek tu kes nikari bi me."


(kom/ch)