Şevbêrka çand û hûnera Kurda

10:58

 


JINHA


QAMÎŞLO- Weqfa Jina Azad û Komîteya Aborî ya Yekîtiya Star şevbêrka çandî-hûnerî lidarxistin.


Weqfa Jina Azad û Komîteya Aborî ya Yekîtiya Star, li Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamîşlo ya girêdayî Kantona Cezîrê ye, bi tevlîbûna sedan welatiyan bi armanca pêşkeşkirina cil û bergên Kurda şevbêrkek lidarxistin. Şevbêrka çand û hûnerê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji bo axftina vekirinê Endama Rêvebera Weqfa Jina Azad Axîn Mihemed axivî û wiha got:'' Em di sedsala 21'an de dijîn û  li her çar perçeyên Kurdistanê xeyala me ew bû ku em bi çanda xwe, zimanê xwe, fikr û ramanên xwe û bi nêrînên xwe li hember ev sîstema desthilatdar sîstemeke demokratîk avabikin. Ev xeyala me li Rojava pêkhat. Di vê şevbêrkê de jî me xwest ku em cil û bergên Kurda bidin naskirin û çanda xwe ya cilên gelerî careke din di nava civakê  de belav bikin.''


Piştî axaftina Axîn Mihemed, keç û xortan ji bo beşdervanan  cilên gelerî ku hatibûn amadekirin pêşkêşkirin.


Her wiha şervana YPJ'ê Viyan Peyman ku beriya demekê di berxwedaniya Kobanê  de birîndar bûbû û li ser berxwedaniya dîrokî stranek amede kiribû, derket ser dîkê û bi tilîliyên dayîkan ve strana xwe pêşkêş kir.


Her wiha ji aliyê hin saziyên jinan wek, Desteya Jin, Jinên Partiya Lîberal û Jinên PYD'ê ve peyam hatin dayîn. Li Rojavayê Kurdistanê cara yekeme ku pêşkeşkirina cil û bergên Kurdî tê lidarxistin bi eleqeyek mezin û bi stranên ji aliyê koma fliklorî ya bi navê Pale ve hatin dayîn ve bi dawî bû.


(px/ch)