Di Werzan de çandina marûlan
12:42
JINHA
AMED - Xebatkarên jin, bi nêzbûna biharê re li baxçeyên Hewselê ya Amedê amedekariyên biharê dikin. Wek her sal îsal jî jin li gel hemu zehmetiyan karê xwe yê çandina marulan berdewam dikin.
Xebatkarên jin, di baxçeyên Hewsela ku di biniya Sûrên Amedê de ye karê çandina marulê dikin. Jinên ku cotvaniyê dikin dibêjin, :''Li gel hemû zor û zehmetiyan em karên xwe didomînin çimkî ji bo ku debara xwe bikin û pêdiviyên mala xwe bi cîh bibînin divê em bixebetin.
'Werzên herî zehmet havîn û zivistanê ye'
Welatiya bi navê Wesîla Yildirim di der barê şert û mercên cotvaniyê de wiha axivî:"Şert û mercên cotvaniyê bi rastî jî pir zehmete lê em mecbûrin ku vî karî bikin. Debara me ya malbatê ji vir tê eger derfetên me hebûya me dixwest em karekî din bikin lê derfetên me tune ye.Ez bawerim ji ber ku zehmetiyên wê zêde ye kesên bixwaze li her çar werzan kar bike tune ye. Werzên ku herî zêde em tê de zehmetî dikişîn jî havîn û zivistanê ye."
'Keda destê me 25 TL ye'
Wesîla dest nişan kir ku, karê cotvaniyê zehmete lê ji ber ku hînî vî karî bûne, ji pir karên cuda jî baştir dibînin.Wesîla axaftina xwe wiha berdewam kir. "Em serê sibê seat 7:00'an de dest bi kar dikin evarê heta seat 16:00'an.Keda me ya rojekî jî bûhayê 25 TL tê hesibandin. Ev ne hêjayî keda destê me yi lê em vê yekê çiqas binin ziman jî tû tiştek nagûhere. Her tim ji me re dibêjin salek din emê rojanîva we zêde bikin lê tû guhertin çênabe. Bi vî awayî me diewiqînin û dixapînin.Wesîla Yildirim anî ziman ku kar li ser milê kesekî nameşe û divê kesên malbatê tev karibin bixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Malbata me ji 10 kesan pêk tê. Heta niha ez û du xwîşkên xwe dixebitin lê dema dibistan ketin betlaneyê du xwîşkên min yên dixwînin jî ji bo pêdiviyên xwe yên dibistanê bi cih binin bi me re dixebitin.''
'Zehmetiyên karê çandiniyê gelek e'
Welatiyê bi navê Şehrîban Akın jî der heqê çandiniyê de axivî û wiha got:''Ez ji ev 4 sale bi karê çandiniyê re mijul dibim, li gel hemû zor û zehmetiyan xebatên xwe didomînim. Rewşa malbata min ya aborî ne baş e, ji ber wê pêwist dike ku ez jî bixebitim.Du xwîşk û birayên min li dibistanê dixwinin. Ji bo xwendina wan asteng nebe min xwest ez bixebitim.'' Şehrîban jî bal kişand ser keda destên wan ya erzan tê dîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Ev 5 rojin me dest bi çandina marûlan kirine lê bûhayiya ku em digirin 25 TL ye û gelek kêm e. Daxwaza me ya ji bo zêdekirinê jî nayê cîh û her tim em tên mijûlkirin û xapandin. Lê em ji neçarî vî karî dikin, ji bo debara malê ya rojane pêk were em di van şert û mercên zehmet de dixebitin. Lê mixabin ew jî vê yekê dizanin û ji ber wê hemberî me wisa tevdigerin.Şehrîban herî dawî anî ziman ku êdî naxwazin ku keda destên wan were xwarin û got:'' Divê ev kedxwarî ji holê rabe û heqê me çi be divê were dayin.''
(ae/ch)
