Niştecîhên gundê Zareta: Jiyana me ji ber DAIŞ'ê di xeterê de ye

12:52

 


JINHA


RIHA - Niştecîhên gundê Zaretê (Serxet) ya Bêracûkê, ji ber ku destên çeteyên DAIŞ'ê de ye, kesên ku li vir dijîn jiyana wan di xeterêde ye. Welatîyê bi navê Îsmaîl Kiliç diyar kir ku leşkerên Tirk ewlehiya wan nagrin û wiha got: "Em bi şev malên xwe vala dikin. Em dixwazin ku YPJ/YGJ demildest werin gundên Zaretê û Zormexara jî û van deran ji destên çeteyan bistînin. YPG/YPJ hêviya mirovahiyê ye, xilasbûna gelên Rojhilata Navîn e."


Şervanên YPJ û YPG'ê bi berxwedanekî bêhempa ya 134 rojan çeteyên DAIŞ'ê ji navenda Kobanê derxistin, operasyonên paqijiyê yên li hemberî gundan jî li 3 enîyan, gav bi gav pêş dikeve. Ji van gundan de yekî stratejîk jî gundê Zareta ya serxetê ye. Gundê Zareta di navbera Bêrecûk, Pirsûs, Karkamiş û Cerablûsê dimîne û niha di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Niştecîhek gund bi navê Îsmaîl Kiliç diyar kir ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê jiyana wan di xeterêde ye.


'Jiyana me di xeterê de ye'


Îsmaîl da zanîn ku dema gundê wan ketiye destên çeteyan, leşkerên Tirk sînor berdane û ewlehîya sinor qet nemaye. Îsmaîl destnîşan kir ku ji tirsa çeteyan êdî nema kari biçe nava erdê xwe û wiha axivî: "Dema çete ketin gundê Zareta binxet jiyana me ket xetere yê. Leşker ewlehiya me nastînin. Em bi şev malên xwe vala dikin. Gelek caran guleyên wan li mala me jî diketin. Em dixwazin ku şervanên YPJ/YPG'ê demildest gavekê berî gavekê werin gundên Zaretê û Zormexara jî û ev der ji destên çeteyan bistînin. YPJ/YPG hêviya mirovahiyê ye, xilasbûna gelên Rojhilata Navîn e."


'Emê bi gelên xwe yê Rojava re,di jiyanek hevpar de bijîn'


Îsmaîl bi lêv kir ku bi rizgariya Kobanê pir kêfxweşe û wiha domand: "Şervanên YPJ/YPG'ê hatin heta gundê Aşmê ya binxet û em bi girtina wî gundî gelek kêfxweş in. Em hemû xizmên hevdû nin. Van çeteyên dijî mirovahiyê her yek ji derekê hatiye û êrîşî axa xwişk û birayên me dikin. Em bawer dikin ku, şervanên YPJ/YPG'ê dê van çeteyan ji axa me paqij bikin û emê jî bi gelên xwe yê Rojava re, di jiyanek hevpar de bijîn."


(kom/ch)