Îcada jinê 'Teşî' ber bi tunebûnê ve diçe
11:39
Vildan Atmaca/JINHA
BEDLÎS - Bi geşedana sektora cilên hazir hin kevneşopiyên kurdewarî ber bi tunebûne ve diçe.Yek ji wan jî 'Teşî' ya bi benê hirî tê çêkirin e. Teşî, niha li gundê Akçira ya Adilcewazê ligel teknolojiyê di destê jinan de zindî dibe.
Teşî, di dîroka Mezopotamyayê de xwedî raboriyekî kevn e. Teşî, ji daran tê çêkirin û ji bo bi destxistina tayê zexm di hirî rêsandinê de tê bikaranîn. Bi geşedana sektora cilên hazir teşî jî ku wek îcada jinê tê zanîn, ber bi tunebûnê ve diçe. Welatiya bi navê Haylaz Balikçi ku li gundê Akçira ya girêdayî navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ye da zanîn ku bi geşedana teknolojiyê û zêdebûna makîne û febrîqeyan teşî êdî hatiye ji bîr kirin.
'Teşî li hemberî teknolojiyê têk diçe'
Haylaz Balikçi ya 50 salî, diyar kir ku bi zêdebûna makîne û febrîqeyan cilên netendûristî tê çêkirin û wiha got:'' jin berê bi sebrek mezin benê teşîyê çêdikirin û ji van kîlîm, gore, heybe..hwd. dihûnandin. Tayê teşîyê pir zexm û baş bû; bi salan dihatin bikaranîn lê niha teşî li hemberî teknolojiyê têk diçe.''
'Ji bo çanda xwe emê ber xwe bidin'
Haylaz anî ziman ku bi belavbûyina makîneyan naxwazin ku çanda teşiyê ji holê rabe û got ji bo çanda xwe bidomînîn ewê ber xwe bidin. Haylaz wiha berdewam kir:''Dema hewqas febrîqeyên cilan tunebû me cilên dê û pîrên xwe ku ji bo me bi destan çêdikirin bi salan li xwe dikirin. Me cilên ku bi teşiyê çêdikirin difrotin û debara xwe bi vî awayî dikirin. Lê niha kes teşiyê nizane an jî dibêjin ne modern e. Dîsa jî ji bo ev çanda kurdewarî ji holê ranebe çi ji destê me were emê bikin.''
'Bi hilberandina motîfên nû kêfxweş dibim'
Kîbar Kesecî ya 75 salî ku ew jî ji gundê Akçirayê ye da zanîn ku ew jî bi salan e bi pênc an jî du şîşan gore û patîkan çêdike û wiha got:''Ez bi salan e bi hezkirinek mezin vî karî dikim. Ji ciwantiya xwe heta niha ji bo xwe, malbat û zarokên xwe re patîkan çêdikim. Niha jî ji nêviyên xwe re çedikim.''Kîbar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yek amadekariya jinê ya zivistanê jî, çêkirina van gore û patîk in û got:'' Ez bi hilberandina motîfên nû kêfxweş dibim.''
(ch)
