103 şaredarî ' Şerta Wekheviyê' erê kir
13:41
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED -103 şaredarî ; şerta ji bo wekheviya jin û mêran pêk were' Şerta Ewrûpa ya Jiyana Herêmî de Wekheviya Jin û Mêrê' ku berpirsyariyek mezin dide ser milên şaredariyan, ji meclîsên xwe derbas kirin . Hevseroka Yenîşehîrê Ûlkû Baytaş, der heqê peymanê de ku berî 8'ê Adarê bi protokolek dê were îmzekirin agahî da û diyar kir ku Peymana CEMR'ê wek pergala hevserokatiyê ye û di hemû qadên jiyanê de wekheviyê esas digre.
CEMR, ku li Ewrûpayê di yekitiya rêveberiya herêmî de cihekî herî berfireh werdigre; şerta xwe ya 'Şerta Ewrûpa ya Jiyana Herêmî de Wekheviya Jin û Mêrê' di sala 2006'an de bi civînekê, li bajara Innsbruckê ya Awûstiryayê qebûl kir. Ev şert, ji bo pêkhatina wekheviya jin û mêran berpirsyariyek mezin dide ser milên şaredariyan. Sîyaseta kurda jî ku bi pergala hevserokatiyê di sîyaseta herêmî de 'Şoreşa Jinê'derxistiye pêş û gelek bendên şertê anîne cîh ji bo xebatek hevbeş û îmzekirina şertê dest bi xebatan kir. Peyama CEMR'ê, piştî hûrnêrîna hevserokan bi girtina civîna meclîsê hat qebûl kirin.Lî bendê ye ku peyam, berî 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê, bi protokolek hevbeş ya bi tevlîbûna nûnerên CEMR'ê û hevserokên 103 şaredaran ve were îmze kirin.
'CEMR bersiva pergala hevserokatiyê ye'
Hevseroka Yenîşehirê Ûlkû Baytaş, bal kişand ser esasên armanca peyamê û diyar kir ku wekheviya jin û mêrê ji bo her kesî mafê herî esasî yê. Ûlkû axaftina xwe wiha domand:''Di rêgezên huquqê de mafê jinê ya hilbijartinê û hilbijîrênê heye lê dîsa jî wekheviya di navbera jin û mêr de pêk nayê. Newekheviya civakî,siyasî,aborî û çandî hê berdewam dike.''Ûlkû da zanîn ku CEMR, ji alî hûquqa civakî de bersiva pergala hevserokatiyê ye û got:''Rêveberiya herêmî, di hûqûqa civakî de cihekî herî giring digre. Ji xwe şerta Ewrûpa ya rêveberiya herêmî jî ev e. Xebatên me yî hevserokatî jî di vê pêvajoyê de bûye bersiv.''
'Di hemû qadên jiyanê de wekhevî'
Ûlkû, anî ziman ku peymana CEMR'ê berpirsyariyek mezin daye ser milên hevserok û rêveberiya herêman û got; ji bo şopandina rêveberiyên herêmî yên Ewrupayê û asta krîterên ku xistine meriyetê, peywîrên giring li pêşiya wan in.Ûlkû wiha dirêjî da axaftina xwe:'' CEMR, ne xebatêk tenê bi rêveberiyên herêmî re eleqader e. Divê sazî û damezrandinên ku hûn di nav de cîh digrin hemû tevlî peyamê bibin. Mînak, sendîqayên karkeran jî dibe ku tevlî bibe. Lewma di hemû qadên jiyanê de divê wekheviyê pêk bîne.''
'Di meclîsan de hat erêkirin'
Ûlkû destnîşan kir ku CEMR, wekheviyê tenê di nav sinorên rêveberiyên herêmî de nagre û got:''Di hemû qadên jiyanê de esasên wekhevîyê dike mebest. Nîrx û rêgezên xwe jî dispêrin vê esasê. Ji ber vê rêgezan me jî şerta CEMR'ê ji meclîsên xwe derbas kir.''
'Pergalek ne dûrî me ye'
Ûlkû da xuya kirin ku pergala hevserokatiyê, temsîlîyeta cewherî û azadî ya civakê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Lewre me dît ku ev pergal ne parvekirina desthilatdariyê ye,ên wekheviyê ye.CEMR jî dixwaze heman pergalê bide runiştandin û pêşniyara jiyanê ye. Ji ber vê jî ne dûrî me ye. Me bi îmzekirina CEMR'ê, pergala hevserokatiyê carek din qebul kir.''
(ch)

