HES ava kaniyê qirêjî dike, kişandina avê jî dibe para jinan
23:32
Leyla KURKUT JINHA
AMED – Yek ji şerpezeyên destê HES’a ku li her derê Tirkiyê tê avakirin jî, navçeya Pasûr a Amedê ye. Jina Pasûrî ya bi navê Fatma Cengîz, got ku “Ji ber HES’an, pirsgirêka avê destpê kir. Herî zêde jî jin tengasî dikşînin. Em ji bo avê, bi hezaran metre rê diçin. Zilam jî, kişandina avê bi xwe naxin.” Beyhan Cengîz jî destnîşan kir ku piştî HES ketin pratîkê, nexweşîn zêde bûne û got ku “Av nayên vexwarin. Kî ku vexwe, nexweş dikeve. Em ji ber sedên madî û manewî, nikarin ava paqij bikar bînin.”
Projeyên Santralên Hîdro Elektrîkê (HES) di salên dawî de bi awayekî lezgîntir tên pratîkkirin. Diçin ku jî, rastî nerazîbûna gel tên. Rayedar bêyî ku binhêrin ka baş û têr in an nînin, bi hinceta ku pêdivî bi enerjiya elektrîkê heye, HES’an ava dikin. Piştî gelek bajaran, niha jî li Navçeya Pasûr a Amedê HES tê çêkirin. Rayedar dixwazin ku nêzî 2 hezarî HES ava bikin. Ji ber ku der barê HES’an de bêyî ku bi gel û saziyên civakî yên sivîl re hevdîtin bên kirin proje tên pêkanîn, hem gel xwe neqayîl dike, him jî dibe sedema wendahiyên madî û manewî ku nekarî jê veger bibe.
‘HES’ê bi xwe re nexweşîn anîn’
Fatma Cengîz a Pasûrî, dibêje ku beriya destpêkirina projeya HES’ê di aliyê avê de tu pirsgirêka wan nebûye û wiha didomîne: “Me berê, dikaribû ava ku ji kaniyê tê vexwin. Lê piştî HES’ê ji kaniyê herî tê.” Fatma dide zanîn ku bi vê ava bi herî, tenê dikarin baxçeyên xwe av bidin. Fatma, dibêje ku derdor, masî û dar û ber ji vê yekê gelek zirar dibînin. Fatma tîne ziman ku ji avgerman pêştir ava paqij nemaye û gihîştina vê avê jî, pir zehmet e. Her wiha Fatma destnîşan dike ku ya bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimîne jî, her tim jin e û zilam tenezilî kişandina avê nakin. Fatma dibêje ku “Me li hemberî projeyên HES’ê îmze kom kirin, çalakî li dar xistin” û diyar dike ku ji ber tunebûna kesên piştgiriyê bidin wan, ev teşebusên wan bê encam dimînin.
Beyhan Cengîz jî destnîşan dike ku piştî dest bi pêkanîna HES’ê hatiye kirin, nexweşîn zêde bûne û wiha didomîne: “Av nayê vexwarin. Kî ku vexwe, nexweş dikeve. Bikaranîna ava paqij jî, di aliyê madî û manewî de me dike tengasiyê. Hinek ji me ji bo kişandina avê wesayîtek peyda dikin, hinek jî, avê ji dikanê dikirin.”
‘Em dîsa ava xwe ya paqij dixwazin’
Fatoş Cengîz radigihîne ku piştî projeya HES’ê navçeyê pir zirar dîtiye. Fatoş tîne ziman ku pîr û kal, jin û zarok, hemû kes avê dikşînin. Fatoş diyar dike ku şerpezetiya extiyaran wan pir diêşîne, nexweşîn destpê kirine û ev yek êdî bandor li ciwanan û zarokan jî dike. Fatoş, wiha dibêje: “Her ku av bi herî diherikin, em êdî nikarin ji kaniyên xwe avê vexwin. Yên ku wesayîta wan hebe ji gundan avê dikşînin, yên ku bê wesayît in jî, ji mizgeftan. Hinek j ime, avê ji 3 km dûrî tînin. Yên ku debara wan dibe jî, ji marketan distînin.” Fatoş tîne ziman ku gelê Pasûrê dixwaze ev pirsgirêkên wan bên çareserkirin û dibêje ku “Em dixwazin dîsa ava paqij ji kaniyên me bên.”
‘Ji sedî 99’ê pirsgirêkan jinan eleqedar dike’
Encumena Şaredariya Pasûrê Cevahîr Polat, dibêje ku “HES ahenga ekolojîk a li Pasûrê xirab kir û rê li ber şerpezetiya mirovan vekir.” Cevahîr diyar dike ku ji sedî 99’ê pirsgirêka avê, jinan eleqedar dike. Cevahîr, destnîşan dike ku yên paqijiyê dikin, avê dikşînin, xwarinê çêdikin, jin in. Cevahîr dide zanîn ku biharê gel bi piranî ji bo seyranê diçe kêleka av û çeman. Cevahîr, diyar dike ku ji ber şêlûbûn, qirêjî û bêhna avê, êdî kes nikare nêzî çeman de here.
Cevahîr dide zanîn ku têkoşîna pêwîst dike meşandine, lê dîsa jî nekarîbûna çêkirina HES’an asteng bikin. Cevahîr, diyar dike ku heta ava paqij bê, dê ev rewşa wan wiha berdewam bike û wiha dibêje: “Şaredariya me, dê projeya xwe ya ji bo ava paqij, pêk bîne. Bi vî awayî dê pirsgirêka ava paqij çareser bibe. Îhaleya xebata ji bo ava paqij, dê di meha hezîranê de destpê bike. Em ê ava sê avgerman bikin yek. Ava ku em ê ji vir peyda bikin, emê bi awayekî paqij û bi rêkûpêk pêşkêşî gel bikin.”
Foto – Kamera: Leyla Kurkut
(lk/gk/hp/ho)

