Xebatkarên dildar bi rûhê seferberiyê dixebitin

10:34

 


JINHA


RIHA - Xebatkarên dildar yên Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li konbajaran yek bi yek digerin û bi pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne û hatine Pirsûsê re eleqedar dibin. Xebatkara tenduristiyê ya dildar Denîz Aslan diyar kir ku vê hefte ji Mêrdînê 20 kes hatine û ji bo koçberên Kobanê şev û roj dixebitin.


SES, TTB û Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê li konbajaran yek bi yek digerin û bi pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne û hatine Pirsûsê eleqedar dibin. Ekibên dildar konbajarên Rojava, Kobanê, Suphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya, Arîn Mîrkan û Şehîd Gelhat bi awayeke kordînekirî digerin û di klînêkên ku hatine avakirin de xizmeta tenduristiyê didin koçberan. Xebatkara tenduristiyê ya dildar Denîz Aslan diyar kir ku vê hefte ji Mêrdînê 20 kes hatine û ji bo koçberên Kobanê şev û roj dixebitin û dibêjin çi ji destên wan bê  dê bikin.


'Pêdiviyên me ji bijîşkan, xebatkarên dildar û ji derman heye'


Deniz da zanîn ku bi hevkariya xebatkarên tenduristiyê yên bi navên 'Amatorên Tîmarker' dixebitin û li her kolana konbajarekî berpirsyarêk wan heye. Deniz destnîşan kir ku ligel hemû zordariyan xebatên wan didome û wiha axivî: "Em li ser navê KCD'ê dixebitin. Li her kolanekê hevalek me yê jin jî heye. Ev heval hemû ji Kobanê ye. Heta qeweta me digihêje em alîkariyê digihêjînin koçberên Kobanê. Pêdiviyên me ji bijîşkan, xebatkarên dildar û ji derman heye. Kobanê rizgar bûye, veger jî hêdî hêdî çêdibe, lê bi hezaran kes hene, divê em wan tenê nehêlin. Em ê her tim bi wan re bin. Hewce bikê em ê biçin Kobanê jî û heta pêdivî hebe em ên li hinda wan bin."


'Dewlet ji bo çi cudahiyê dike navbera koçberan?'


Deniz, buyera hefteyek berê hatibû jiyandin bibîr anî û got'' Li konbajarê Sehîd Gelhat welatiya bi navê Fatma Mihemed (22) ya ducanî ku 6 mehe di konbajarê de dimîne ji ber sanciya zayinê li Beşa Lezgînî 112'an geriyan lê ji ber ku kes nehat bebika  Fatma ji ber çû. Deniz axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku ambûlans nehat me bi îmkanê xwe Fatma bir nexweşxanê. Lê heta me wê bir nexweşxanê bebika wê ji ber çû. Em vî helwesta 112'yê û dewletê şermezar dikin. Her wiha dema nexweşê me diçin derman distînin pera ji wan distînin, lê ji welatiyên ku li AFAD'ê dimînin nastînin. Dewlet ji bo çi cudahiyê dike navbera koçberan? Gelo wateya ev cûdahiyê çiye? Divê dewlet vê feraseta xwe bigûherîne û cudahiyê neke nava nexweşan."


(kom/ch)