Rêxistina Vîyan: Em bi Rêber Apo fêrî jîyanê bûn

11:58

 


JINHA


MOSKOW- Jinên Kurd ên li Moskowa dijîn bi pêşengtiya Organîzasyona Jinên Kurd ya"Viyan"ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar kirin.


Jinên Kurd ên li paytexta Rûsyayê ya  Moskowa dijîn, bi pêşengtiya Organîzasyona Jinên Kurd ya "Viyan"ê, ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê ya komploya li dijî  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî de daxuyaniyek niviskî dan. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin:'' Em 16'emîn salvegera komploya navnetewî ya ku li hemberî Rêbertîya me hatiye pêşxistin li pişt xwe hîşt. Em komploya navnetewî ya ku di dîroka azadiya gelê kurd de wek roja reş û roja qirkirina gelê kurd tê nasîn û hêzên ku ev komplo dane pêşxistin bi tundî şermezar dikin. Dîsa em berxwedaniya Rêbertîya xwe ya ku li hember komploya navnetewî derxistiye pêş, silav dikin û şehîdên xwe yê qehreman ku li derdora Rêberê  xwe de bûn xelekek ji agir, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.''


 'Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e'


"Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Aştî, demokrasî, aramî, serkeftin û parastina hemû nirxên neteweyî jî di azadiya Rêber Apo de dibînin. Çawa ku Kurdan komploya navnetewîya li hemberî Rêber Apo wekî komploya li hemberî nasname û hebûna xwe qebûl kir, azadiya xwe û xelasbûyina xwe jî di şexsê Rêber Apo de dibînin. Gelê Kurd ji ber vê bîr û baweriyê, ji ber vê evînê piştî komploya 15'ê Sibata 1999'an li zindanan, li çiya, li kolanan, li Ewropa, li Rûsya û hemû cihên ku lê dijîn rabûn ser piyan û ketin nava çalakiyan. Li hin ciya agir berdan bedena xwe û kompolaya navnetewî şermezar kirin. Li hin ciya rabûn serhildanê. Li hin ciya bi mehan ketin rojiya birçîbûnê. Armanca komploya navnetewî,ji bo hêza  Kurdê azad qut bike û dîsa di nava gelê Kurd de perçebûyînê xwest pêş bixîne.''


'Komplo negihişt armanca xwe'


Daxûyanî wiha berdewam kir: ''Digotin heger Ocalan bê girtin dê PKK'e tasfiye bibe, rêxistina gelê Kurd belav bibe. Ji bo vê jî serî li rêbazên komploger dan, lê negihiştin armanca xwe. Bi sekna Rêber Apo ya li hemberî komploya navnetewî, divê em jî xwe ji her demê zêde xurttir bikin.Ya girîng jî Rêbertîya me, bi vê sekna xwe ya bêhempa ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest bû hêviya jiyanê. Ji ber vê yekê mirov dikare bi hesanî bêje ku komploya 15'ê Sibatê negihaştiye armanca xwe û vala hatiye derxistin.''


'Bi pêşengtiya Apo me xwe nas kir'


Di  daxuyaniyê de hat zanîn ku di hişê hêzên sermayedaran de hişmendiya dîrok, her tim xwe dubare dike'heye û wiha hate berdewam kirin: ''Heger  bîranîneke Kurdan hebe ew jî tenê bîranîna komkujî, tunekirin û kuştinê ye. Ji ber vê jî roja 15'ê Sibatê wek destpêka xefkê û komployê hatiye hilbijartin. Ev yek di komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo hate pêkanîn de bi awayekî eşkere derketîye holê. Îro êrîşên li ser Kobanê û Şengalê jî bi heman komployê ve girêdayî ye, lê Rêber Apo her çiqas di nava çar dîwaran de be jî, bi berxwedaneke bêhempa nîşan daye û dewleta Tirk jî  raya giştî ya navnetewî jî vîn û rêbertiya wî qebûlkiriye.Di çalakiya şermezarkirina komploya navnetewî de jina kurd her dem li refên pêş de cihê xwe girtiye û bi hemû hêza xwe vê rojê lanet kiriye. Di diroka mirovahiyê de cara yekeme ku jin, bi pêşengtiya Rêber Apo ve xwe naskiriye û ji bo mafên xwe biparêze tevlî refên têkoşînê bûye. Jin bi saya Rêber Apo fêrî jiyana azad bûye. Jinên kurd, êrîşên li ser Rêber Apo tu carî qebul nekiriye û nakejî. Em ji bo dawî li komploya navnetewî bînin û azadiya Rêbertîya xwe mîsoger bikin, dê di nava têkoşînê de bin. Bi avakirina jîyana azad em ê girêdayina xwe  bi Rêbertî û şehîdan bidin xuyakirin û komplo cardin vala derxînin. Wek OrganîzasyonaVîyan helwesta me ya berxwedanê wê wek helwesta rêhevalên me û cangoriyên welatên me Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Sakîne û Arîn be. Ji bo ku em azadiya Rêbertiya xwe misoger bikin, em ê di xeta Rêbertîya xwe de israr bikin. Em tû carî fêrî pergala îşkenceya İmraliyê ya ku Rêbertîya me dîl girt nebûn û em fêr jî nabin. Heta ku ev merhele bi azadiya Rêbertiya me û gelê me ve bi encam nebe, em bi biryarin ku rastiya vê pergalê ji holê rakin. Dîsa em îddîa dikin ku polîtîkayên îmha û înkarê ya ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya bi hêzên komploger ên navnetewî re didin meşandin vala derbixinin. Ê ku bi ser bikeve û misoger bibe teqez wê azadiya Rêbertiya me be."


'Têkoşîna azadiyê bilind bikin'


Daxûyaniya ku bi pêşengtiya rêxistina Jinên Kurd 'Vîyan''ê ya li hemberî komploya 15'ê Sibat'ê hate kirin bi bangawaziya li jinê hate kirin bi dawî bû. Di bangawaziyê de wiha hate gotin:'' Em bangawazî li gel û li hemû jinên Kurd dikin ku têkoşîna azadiyê bilindtir bikin. Cardin bi sozdayîna ku em ê Rêbertîya xwe azad bikin, em bangawazî li gel û li hemû jinên Kurd dikin ku polîtîkayên AKP'ê yê qirêj ku ji bo berdewamiya komploya navnetewî  hewl dide, teşîr bikin û divê gelê me jî ji her demê bêhtir xwedî li berxwedaniya Rêbertîya me derkeve."


(ch)