Ew roja reş…

14:38

 


Bêrîtan Elyakut/JINHA


AMED -  Dîroka 15 Sibat'ê 1999, di hişmendiya Kurdan de cîhekî cuda digre. Axaftin, her  tim bi gotina 'Ew roja reş' dest pê dike û bi gotinên ' Min baweriya xwe ne di anî ', 'Bi rojan me nan newxar' û 'Wek min her tiştên xwe  yê jiyanê winda kiribe' tê berdewam kirin.15 Sibat'ê ji alî sîyasî de bi ' Komploya navnetewî' hat bi nav kirin, lê di nava gel de wek travmayek her sal carek din hat jiyandin.


 Kesên ku sersala 15 Sibat'ê ya 1999'an ku  Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan  bi komployek navnetewî hatibû girtin û teslîmî Tirkiyê hatibû kirin bibîr tînin, derûniyek  kûr dijîn. Hevokên wan her  tim bi gotina 'Ew roja reş' dest pê dike û bi gotinên ' Min baweriya xwe ne di anî ', 'Bi rojan me nan newxar' û 'Wek min her tiştên xwe  yê jiyanê winda kiribe'  berdewam dike. 15 Sibat'ê ji alî sîyasî de wek ' Komployek navnetewî' hat bi nav kirin lê di nava gel de bû sedema travmayê ku her sal carek din xwe dûbare dike. Welatiya Newrîye Kaçan ku dibêje 'Tahamûla min ya bi lêvkirina wê rojê tune ye ' anî ziman ku bertek û êşên ku wê demê jiyandiye  hê berdewam dike. Newrîye axaftina xwe wiha domand:'' Serê sibehê ya 15' ê Sibatê, dema min televizyonê vekir wek nûçeyek lezgîn, girtina Serok Apo dihat dayin. Wê gavê min bangî zarokên xwe kir û nûçe nîşanî wan jî da lê zarokên min tim digotin derew e. Me bawer nadikir lê wek dinya li ser serê min weşiya be min nikarîbû tiştek bikira, dest û lingên me hatibû girêdan. Jîyana me sekinî bû.''


'Hemû gel derketin qadan'


Newriye bi lêv kir ku roja 15'ê Sibatê hemû gelê Amedê li hemberî televizyonê bû ku rastiya vê bûyerê fêm bike û wiha got: ''Dema agahî zelal bû û me fêmkir ku Serokê me hatiye girtin, me dîmenê wî dît, ji kesên 7 salî heta 70 salî hemû gel derketin qadan. Hêrs û xemginiyek bêhempa hebû. Wek me her tiştên xwe yê jiyanê wenda kiri be, me xwe jî wenda kiribû. Hemû kes ji bo hemberî komployê  bisekine dixwest tiştek bike, tevî cîhanê jî  bang dikir ku li hemberî vê tû kes bêdeng nemîne.''


'Em cîhanek bêserokatî qebûl nakin'


Newrîye da zanîn ku di 15 Sibat'ê 1999'an de  mirovan  li ber çavên wê bedena xwe daye ber agir û wiha berdewam kir:''Em wê rojê bi cilên reş ketin birçîbûnê. Dewlet Serokê me girtibû, di zindanan de jî li zarokên me îşkence dikirin. Lê  ligel hemû îşkenceyan me rewşa Serokê xwe qebûl nekir û çalakiyên xwe berdewam kir.'' Newriye  bal kişand ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, serhildanên gel ku bi girtina wî derket astekî bilind jî pêşiya bûyeran girt lê dewlet ev 16 sale giringiya Serokatî ya li ser gel fêm nekiriye. Newriye axaftina xwe wiha domand û got:''Sala 1999'an ji bo gelê Kurd rojek reş e. Tenê me xwest ev tişt were  fêmkirin ku em cîhanek bêserokatî qebûl nakin û hemû dinya jî vê rastiyê dît.''


'PKK êdî ne xeyal e ji bo me'


Yek ji şahidê 15'ê Sibatê  Mûlkîye Sevik jî  bîranînên xwe yên 1999'an  wiha anî ziman:'' Ez di salên ewil de ji ber ku zarokên me diçûn serê çiya  ji Serok hêrs dibûm  min digot' zarokên me bi dû xeyalan ketiye'lê dema min  girtina Serok bihîst dinya min xera bû. Wateya Serok û Tevgerê ji bo min guherî. Min got PKK ne xeyal e û divê li hember vê komployê em bêdeng nemînin.''Mûlkîye, li ser çalakiya  xwe ya yekemîn dîyar kir ku  bi cilên reş ketiye  greva  birçîbûnê û li Qada Deriyê Çiyê  bi zincîran xwe girê daye.”  


'Serhildanên gelê Kurd dewletê tirsand'


Mûlkîye da xuya kirin ku bi hevkariya Tirkiye û Amerîkayê Rêberê PKK'ê hatiye  girtin û  bi vî awayî xwestinê PKK'ê têk biçin, lê negihiştine armanca xwe û got:'' Serhildanên gelê Kurd tirsekî mezin li dewletê çêkir. Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît jî nizanîbû ku çima Serok dane Tirkiyê. Me jî vê dîlgirtinê qebûl nekir û em ketin greva birçîbûnê, me xwe li qadan bi zincîr kir. Dewlet tehemûla van tiştan nekir û bi me îşkence kirin, me avêtin zindanan.''


'Gelê Kurd dîlgirtinê qebûl nake'


Mûlkîye anî ziman ku bi rojan nikarîbûn xwarinê bixwarina û got: ''Gelê Kurd hewqas  bi hêvî û berxwêdere ku xwedî li serokê xwe derket.''Mûlkîye wiha dawî da axaftina xwe:''Bi serhildanên gelê Kurd hemû dinya giringiya Serok Apo fêm kir û komplo negihişt armanca xwe.''


(ch)