Welatiyên Amûdê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin

15:27

 


JINHA


AMÛDÊ- Yekîtiya Star ji bo roja 15'ê Sibatê ya komploya navnetewî bi tevlîbûna  welatiyên Amûdê civînek  li dar xist û komployê şermezar kirin.


Bi armanca şermezarkirina  komploya 15'ê Sibatê ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan  pêk hatiye,Yekîtiya Star di salvegera  16' emîn de li  Parka Înanna ya bajarê Amûdê civînek li dar xist. Bi dehan welatî tevlî vê civînê bûn. Qada Parka Înanna  bi posterên Rêberê Gelê Kurd û bi alên reş yê ku xemgîniya vê rojê ji bo gelê kurd îfade dike, hatibûn daliqandin.


'Ji bo gelê Kurd rojek reş e'


Civîn bi deqeyek  rêz girtinê destpê kir û piştre Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Mizgîn Ahmed dest bi axaftinê kir; Mizgîn bal kişand ser komploya navnetewî ya ku di şexsê Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd hatiye dîlgirtin û got:''15'ê Sibatê  ji bo tevahiya gelê Kurd rojeke reş e.'' Mîzgîn da xuya kirin ku 2015 dê ji bo çar perçê Kurdistanê bibe sala azadiya gelê Kurd û dilsoziya xwe nîşan da ku Rêberê Gelê Kurd ji zindana Îmrali dê were azad kirin. Mîzgîn axaftina xwe wiha berdewam kir:'' Armanca tevahiya dewletên kapîtalîst yê ku di komployê de cîh girtine, xwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd de   îradeya gelê Kurd bi pelçiqînin û bi taybetî jî  felsefeya Ocelan ya ku civakek exlaqî, azad û demokrasîyê pêş dixist bixeniqîne. Mizgîn li ser rol û mîsyona  jinê ya pêşengtiyê jî sekinî û wiha berdewam kir: "Cihê jinên Kurd ya di civakê de, tevlîbûyina wê ya tevahî qadên tekoşînê de, wek siyasî, leşkerî û civakî de jî dide nîşandan ku jin,roleke pir girîng dileyize. Ev yek  nasnameya jinên Kurd  derxist pêş û felsefeya Rêber APO ya hemberî jinê da fêmkirin. Niha  erka jinê ya  esasî jî ji bo azadiya Rêber APO,  li her derê û bê navber bilindkirina tekoşînê ye."


Civîn, bi dirûşmeyên ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd bi rûmet dike bi dawî bû.


(th/ch)