Welatiyên Kobanê û Pirsûsê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

16:04

 


JINHA


RIHA - Bi deh hezaran gelê Pirsûsê û koçberên Kobanê ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû meşek bi girseyî li dar xistin. Hevserokê DBP’a Pirsûsê Mehmet Koştî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan serokê gelê Kurd e û wiha got: " Birêz Abdullah Ocalan, ne tenê Rêberê Gelê Kurd e rêberê hemû gelên bindest e. Ji bo aştî û aramiya  Rojhilata Navîn jî divê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, demildest were berdan.''


Li Pirsûsê  ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatîbû meşeke ku bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat. Bi hezaran kes serê sibê di navbera konbajarê Sûphî Nejat Agirnaslî, Rojava û konbajarê Kobanê de kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de ligel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, KCK û HPG'ê jî hatin vekirin. Ligel Parlementerên HDP Îbrahîm Ayhan û Kemal Aktaş, hevserokên DBP û HDP'ê  hevserokên Pirsûsê û Endamê Meclîsa MEYA-DER, Însîyatifa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi deh hezaran hemwelatiyên navçeyên Pirsûsê û koçberên Kobanê beşdarî meşê bûn. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî serok Apo” , “Bê serok jiyan nabe” , "Bijî bexwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" hatin berzkirin û pankarta ku li ser “Em komploya navnetewî ya 15 Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin”, hat vekirin. Her wiha posterên şehîdên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, Arîn Mirkan, Sûphî Nejat Agirnaslî û Kader Ortakaya jî ne hatin ji bîr kirin. Jin û ciwanên Kobanê û Pirsûsê bi cilên gelerî beşdarî meşê bûn. Esnafan jî kargehên xwe girtin û beşdarî meşê bûn û bi erbaneyan ber bi sûkê ve meşiyan.


'Ocalan rêberê hemû gelên bindest e'


Bi hezaran kes dema  gihişt ber Şaredariya Pirsûsê girse deh hezaran derbas kir. Meşa  girseyî di bin maşîneyên Polîsan gihîşt ber şaredariyê. Girseya ku heya ber avahiya şaredariyê meşiya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştre Hevserokê DBP’e ya Pirsûsê Mehmet Koştî axivî. Mehmet da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan serokê Gelê Kurd e û wiha domand: "Ev 16 salin birêz Serok Abdullah Ocalan di nav çar dîwaran de ye û bi yek alî ji bo aştiya pêvajoyê biçe serî têdikoşe.Birêz Abdullah Ocalan, ne tenê Rêberê Gelê Kurd e rêberê hemû gelên bindest e.Ji bo aştî û aramiya  Rojhilata Navîn jî divê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, demildest were berdan.Tû kes êdî nikarê kurdan înkar bike. Heta dilopa xwîna me ya dawiyê bimîne em dev ji  Rêberê xwe bernadin û ji bo azadiya wî çi pêwîst be em ê bikin."


Piştî axaftinê girse bi dirûşme û bi tilîliyan belav bû.


(kom/ch)