KJA,starta 8'ê Adarê ya Mêrsînê dîyarî Ozgecan kir
17:59
JINHA
AMED - Bernameya Kongreya Jinen Azad (KJA) diyar bû. Jinên KJA'yê mitingên 8'ê Adarê belavî hefteyekî kir û bi şîara 'Bi jinên berxwêder ên Kobanê re bi rêxistin bibin û jiyanê azad bikin' re dest bi xebatên xwe kirin. Starta çalakiyan di 1'ê Adarê de li Cizîr û Mêrsînê dê were dayin. Çalakiya Mêrsînê, hate diyar kirin ku ji bo bîranîna Ozgecan Aslan dê were pêk anîn. Ozgecan Aslan,wek tê zanîn li Mêrsînê ji alî 3 mêran ve rastî tecawizê hat û piştre jî bi awayekî hovane hat qetilkirin.
Bernameya KJA'yê ku pîştî damezrandina kongreya jinan wê yekemîn çalakiya 8'ê Adarê li dar bixin zelal bû. Mebesta KJA'yê ewe ku di 8' Adarê de ji Bakûrê Kurdîstanê û ji bajarên Tirkiyeyê bi hezaran jinan bîne ba hev. Di rojeva KJA'yê ya 8'ê Adarê de mijarên li hember qîrkirina jinê, xweparastina jinê, geşkirina têkoşîna jinê û avakirina jiyana nû heye. KJA di 16 bajaran de mitingên navendî dê li dar bixe. Starta mitingan jî, ji ber qetlîamên dewletê ya hemberî zarokan tê kirin were protesto kirin li Cizîrê, li Mêrsînê jî ji bo Ozgecan Aslan ku li Mêrsînê rastî tecawiza 3 mêran hat û piştre jî bedena wê hat şewitandin dê were kirin. Ji bilî Cîzre û Mêrsînê wê li Êlih, Sîlopî, Varto,Îdir,Wan, Agirî, Qoser, Pirsûs, Nisêbîn, Edene,Amed, Colemerg, Stenbol û li Sertê jî mitîng were li dar xistin.
'KJA dê pêşwaziya Meşa Jinên Cîhanê bike'
Jinên KJA'yê, dê pêşwaziya Meşa Jinên Cîhanê jî bikin ku Meşa Jinên Cîhanê ya 4'emîn, îcar ji bo jinên Rojava wê ji Kurdistanê dest pê bike. Di 6'ê Adarê de, jinên ku ji cihên cuda yê cîhanê dê werin Nisêbînê û dest bi meşa xwe bikin. Di 7'ê Adarê de jî jinên Qamişlo û Nisêbînê bi şîara 'Bi jinên berxwêder ên Kobanê re bi rêxistin bibin û jiyanê azad bikin'wê li her du alîyê sinorê bin. Çalakiyên Nisêbînê wê 2 rojan bidome û bi hezaran jin bi panel,hevpeyîvîn û bi pêşangehan danûstendina fikrî dê bikin.
Bernama 8'ê Adarê wiha ye:
1'ê Adarê: Cizîr-Mêrsin
2'yê Adarê: Sîlopî- Êlih
3'yê Adarê: Varto-îdir
4'ê Adarê:Wan
5'ê Adarê:Agirî-Qoser
6' ê Adarê: Pirsûs
7' ê Adarê:Nîsêbin-Edene
8'ê Adarê:Amed,Colemerg,Stenbol, Sert
Bernama Meşa Jinên Cîhanê:
6-7 Adar: Nîsêbîn
-09.00 Panel:Konfederalizma Demokratîk, Bi pêşengtiya jinê Şoreşa Rojava
-11.00 Panel: Ekolojî û dagirkeriya xwezayê
-16.00 Panel: Nîqaşên Jineolojiyê û Her cûre tundiyên li ser jinê
-8'ê Adarê: Mîtîng
(ch)
