'Ez bi şehîdbûna şervanê xwe serbilindim'
10:14
JINHA
RIHA - Welatiya Kobanê dayîka bi navê Zahîfe Hûseyn ya ku zarokekê wê di nava şervanên YPJ/YPG'ê de şehîd bûye û zarokekê wê jî di nava şer de ye derbarê zarokên xwe de axivî û got ku ew her tim bi zarokên xwe serbilinde û hez dike ku demekê pir nêz de vegere Kobanê.
Di koçberiya welatiyên Kobanê de gelek dayîkan welatê xwe terikand û pişt xwe gelek zarokên xwe hiştin û berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Her dayîkekê li pişt xwe şervanek di eniya şer de hîşt û di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Her çiqas berxwedanek bêhempa ku wek hêviya mirovahiyê di nava cihanê de deng dayî hebe jî rastiyeke din, berxwedana welatiyên Kobanê ya li hemberî jiyanê ye. Dayîka Zahife Hûseyn(50) da zanîn ku zarokekê di nava şervanên YPJ/YPG'ê de jiyana xwe ji dest daye û zarokekê wê jî di nava refên YPJ/YPG'ê de hê şer dike.
'Em bi rizgarbûna Kobanê pir kêfxweş bûn'
Dayîka Zahîfe jî got ku:'' Em jî wek hemû welatiyên Kobanê ji ber çeteyan koçber bûne û wiha axivî: " Dema ku em koçber bûn em hatin Erzînganê, ji bo ku zarokên me birçî nemînin. Lê li wir me tu kar nedît. Herî dawî dema ku me bihîst ku Kobanê hatiye rizgarkirin kelecanek pir mezin xwe li dilê me da û em hatin vir. Bi hêviya vegera Kobanê, em bi şev nikarin rakevin."
'3 salin min zarokên xwe nedîtiye'
Dayîka Zahîfe diyar kir ku 2 zarokên wê di nava şervanên YPJ/YPG'ê de bûn û axaftina xwe wiha domand:" Zarokên min yek di nava şervanên YPJ/YPG'ê de şehîd ket. Ez bi şehîdbûna zarokê xwe serbilindim. Zarokê min ê din jî di nava şervanên YPJ/YPG'ê de ye. Ez her tim bi wî re jî serbilindim. Ev 3 sale zarokê min di nava berxwedanê de ye."
'Yê welatê xwe biparêze dê şehîd jî bikeve'
Dayîka Zahîfe derbarê şervanê xwe de da zanîn ku demeke dirêje tu agahî ji kurê xwe negirtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Belê raste kurekî min şehîd ket û yek jî di nava şervanan de ye. Xwîna zarokên min ji xwîna şehîdên din sortir nîne. Yê welatê xwe diparêze ewê şehîd bikeve. Lê kurê min ê din ev 3 salin ez tu agahî jê nagirim û ez hez dikim bes êdî demek nêz de em vegerin ser axa xwe.Silavên min li hemû şervanan hene. Ez berxwedana wan, serbilindiya wan silav dikim.''
(kom/ch)
