Zarokên Kobanê li benda roja vegerina Kobanê ne

10:16

 


JINHA


RIHA - Bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê dimînin kelecana vegera Kobanê dijîn û gotin ku ji bo wan hilweşîna malên wan ne girîng e,ew li benda roja vegerina kolanên Kobanê ne.


Ji 10 hezaran welatiyên Kobanê yên koçberî Pirsûsê bûn ji sedî 40 zarok in û zarok kelecana roja vegera Kobanê dijîn. Zarokên li 6 konbajaran dijîn di nava rojê de bi lîstokan dilîzin hewldidin travmaya şer li ser xwe bavêjin û ligel vê yekê zarok piranî demên xwe di dibistan û navendên çand û hunerê yên li konbajaran hatin vekirin  de derbas dikin. Zarokên mexdurên şer ligel şîdeta dîtin di xebatên kolektîf ên li konbajaran de jî li herî pêş cih digirin. Zarokên dildarê  şervanên YPJ û YPG'ê ne li benda roja vegerina Kobanê ne ku daxwaza wan yê  di kolanên bajêr de  bilîzîn heye.


'Ez li ser kevirê Kobanê razêm baştir e'


Zarokê bi navê Faruk Kahraman (12) ê ku ji gundê Bilik ê Kobanê hatî Pirsûsê diyar kir ku ew ji bo şervanên YPJ û YPG'ê bibîne dixwaze demildest vegera Kobanê û wiha got: "Tu girîngiya hilweşîna malên me tuneye. Ez raketina li ser kevirekî Kobanê nadim dewlemendiya li vir a em dijîn."  Faruk anî ziman ku dema agahiya dê Kobanê ji nû ve ava bikin bihîstî gelek kêfxweş bûye û wiha axivî: "Ez ji dixwazim bi hevalên ku  ji vir diçin re biçim û di înşaya Kobanê de bixebitim.''


'Min bêriya dibistana xwe ya Kobanê kir'


Zarokê bi navê Berzan Kahraman (15) jî diyar kir ku li konbajarê piraniya dema wan bi lîstikê re derbas dibe. Berzan  anî ziman ku dema lîstik  dilîze keyfxweş dibe û wiha got: "Lê tu der bi qasî Kobanê ya lê hatiye dinyayê nabe." Berzan da zanîn ku gelek bira dibistana xwe ya li Kobanê dike û dixwaza vegera Kobanê û biçe dibistana xwe û wiha axivî: "Li Kobanê dikanekî bavê min hebû. Dema ez vegeriyam dema min a piştî dibistanê dimîne ez dixwazim di dikana bavê xwe de bixebitim û ji wî re bibim alîkar."


Zarokê Hemed Bozo (6) yê ku bavê wî di nava YPG'ê de şer dike jî diyar kir ku gelek bêriya bavê xwe kiriye û wiha got: "Bavê min li Kobanê li hemberî çeteyan şer dike. Ew ê gundê me azad bike.''


(ch)