Berxwedana Kobanê îlham daye me

11:48

 


Ceren Karlıdağ/ JINHA


ENQERE - Aktivîsta Jinên Ciwan yê Azad ( OGK) Ozgen Sadet, diyar kir ku berxwedana Kobanê û YPJ'ê bandora xwe li her qadî nîşan da û got:'' Berxwedana Kobanê  da xuyakirin ku xweparastina rewa çiqas girîng e. Em jî divê vê hêviya derketiye holê mezin bikin û vegûherînin şoreşa jinê'' Endamê SDP'ê Leyla Can jî axivî û wiha got:''Kobanê, bi me da fêm kirin ku di vê erdnîgariyê de li hemberî pergala mêran  divê berxwedanek  tevahî were rêxistinkirin.''


Aktivîstên jin ku li  Enqereyê, li saziyên civakî ya sîvîl û partiyên sîyasî de faaliyet  dimeşînin da zanîn ku li Tirkiyê ewlehiya  canê jinan tûneye û pêwiste ku jin êdî rexistina xwe ya xweparastinê pêşbixîne. Jinan diyar kir ku  berxwedana YPJ'ê  îlham daye wan û girîngiya xweparastina jinê nîşanî her kesî daye. Aktivîsta Jinên Ciwan yê Azad (OGK) Ozgen Sadet jî anî ziman ku hêza jinê, li hember zîhnîyeta DAIŞ'ê serfiraziyê aniye.


'Jinên bîrewer eniya pêş de şer kir'


Ozgen da xuya kirin ku jinên YPJ'ê, li ser beden û nasnameya xwe  xwedî   hişmendiyek azad e. Ji ber vê jî li hember pergala mêran sekna xwe diparêze.Ozgen wiha berdewam kir:''Me di serî de dizanîbû ku Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê ye. Lewre berî êrîşên DAIŞ'ê jî jin, têkoşîna xwe di astekî bilind de dimeşand û pergala ku azadiya jinê esas digre ava dikir. Ji bo parastina vê pergalê jî jinên bîrewer eniya pêş de şer kir.''


'Copên sor'


Ozgen diyar kir ku berxwedana Kobanê  girîngiya xweparastina jinê derxist holê û axaftina xwe wiha domand:''Jinên ku ji Kobanê îlham girtiye li Dîlok, Stenbol û li Dêrsîmê bi copên sor, êrîşên zîhnîyeta nêrî protesto kirin. Heger îro jin nîqaşên xweparastinê dike, ev bingeha xwe ji Şoreşa Jinê digre. Ozgen da zanîn ku ev şoreş hêviyek mezin da jinên ciwan û got:''  Em jî divê vê hêviya derketiye holê mezin bikin û vegûherînin şoreşa jinê''


'Jinên Kurd bû hêviya mirovahiyê'


Endamê SDP'ê Leyla Can jî diyar kir ku jinên Kurd û yên sosyalîst  bê tirs bedena xwe li ber dagirkeran sîper kirin û da zanîn ku DAIŞ dijminê hemû jina û gelan e. Leyla axaftina xwe wiha berdewam kir:'' AKP jî piştgirî da vê çeteya hovane lê jinan lîstika çeteyan xira kir. Li Tirkiyê jî her roj jin tê qetilkirin. Bi hezaran mêrên di zîhnîyeta DAIŞ' e de ne hene lê jinên Kurd, bi serfiraziya li Kobanê ne tenê ji bo jinan ji bo mirovahiyê jî bû hêvîyek mezin.''


 'Li hember pergala mêran berxwedan '


Leyla da zanîn ku bi jinên sosyalîst û Platforma Jinan ya Enqere re panelek  hevbeş li dar xistine û wiha axivî:'' ''Kobanê, bi me da fêm kirin ku di vê erdnîgariyê de li hemberî pergala mêran  divê berxwedanek  tevahî û têkoşîna jina ya hevpar  were rêxistinkirin.''Leyla anî ziman ku jin, li Kobanê û li Pirsûsê  di avakirina jiyanek nû de rolên pir giring digre û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Berwedana Kobanê ji bo xweparastina jinê minakek berbiçav e û divê êdî em jî li hemberî tacîz û tecawizan û kuştinan xweparastina jinê bi rêxistin bikin.''


(ch)