Motîfên Kurdewarî zindî dike

12:37

 


Bêrîtan Canözer - Şehriban Aslan / JINHA


 AMED -  Cilên neteweyî ya Kurdan li gor herêman diguhere . Ev salên dawî jî eleqeya jina ya li hemberî cilên gelerî, pêş ketiye. Welatiya bi navê Yasemîn Sûleymanoglu ku li bajarê Amedê dirûna van cilan dike got:'' Armanca min ya dirûna van cilan ewe ku, ji bo motîfên Kurdewarî bidim jiyandin û nîrxên me yê di bin xetereya pişaftinê de ye zindî bikim.''


 Cilên neteweyî, çand, ziman, hûner, erdnîgarî û aboriya gelan dide xuya kirin. Bi taybetî jî cilên Kurdewarî  xêzên dîrokî ya bi hezaran nîşan dide. Çimkî motîfên ku hezar salin negûherîne hene. Di her cilekî de teqez taybetmendiyek herêmî  heye. Cilên ku berê rojane dihat lixwe kirin niha piranî di pîrozbahî an jî dawetan de tê lixwe kirin. Yasemîn Sûleymanoglu ya li  Semta Balikçîlera ya Amedê  de diyar kir ku cilên gelerî nîrxên me yên çandî ye û ji berk u wek ziman hatiye pişaftin divê lê xwedî were derketin. 


 'Cilên neteweyî hûnerek e'


Yasemîn anî ziman ku cilên her herêmî li gor xwe taybetmendiyek dihewîne û wiha got:'' Cilên me yê neteweyî jî hûnerek e. Lewre di her motîfekê de wateyek  cuda heye.'' Yasemîn da zanîn ku jinên ciwan piranî cilên rengîn tercîh dikin lê tercîha jinên emrê wan mezin jî hê sade ye û got:'' Dema min nû dest bi kar kiribû ji ber ku ev cil rojane dihat lixwekirin, ez nedigihîştim daxwazan, lê niha cilên gelerî pir nayê lixwekirin. Sedema vê jî zêdebûna cilên hazir e. Ciwan piranî cilên hazir tercîh dikin, ji ber vê jî ji çanda xwe dûr dikevin. Cihên wek Wan, Colemerg û Cizîr,  hê çanda cilan berdewam dikin.''


 'Cil û berg çandê dide xuya kirin'


Yasemîn da diyar kirin ku cil û berg çanda gelan dide xuyakirin û wiha berdewam kir:'' Dayikên me berê van cilan lixwe kirine, bi van cilan mezin bûne lê niha ev tişt hatiye ji bîr kirin. Tenê  Newroz û pîrozbahiyan de cilên neteweyî tê lixwekirin, ew jî kêm e. Lê hêmana herî mezin ya temsîlyeta gelan dike jî cil û bergên wan in. Di heman demê de cil, çand, hûner,ziman û erdnîgariya gelan jî nîşan dide.''Yasemîn anî ziman ku cilên her herêmê cuda ye û di her motîfan de jî wateyek cuda veşartîye û got:''Ji ber vê jî dema em dirûnê dikin, em pir baldar  tevdigerin.''


 'Hebûna gelan bi parastina çandê ye'


Yasemîn anî ziman ku li her mala jina kurd de divê cilên neteweyî hebe û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Ji ber vê yekê dema jin ji bo kirêkirina cilan tê ez qebul nakim. Divê em li çanda xwe xwedî derkevin. Cil û bergên me jî nirxek me yê çandî ye. Çanda me jî wek zimanê me hatiye pişaftin.Armanca min ya dirûna van cilan jî ewe ku, ez motîfên Kurdewarî bidim jiyandin û nîrxên me yî hatiye pişaftin zindî bikim. Ne tenê gelê Kurd, divê hemû gelên Rojhilata Navîn li çanda xwe xwedî derkeve. Gel bi çanda xwe hebûna xwe diparêze.'' 


 


(ch)