Pêngava rizgarkirina gundên Kobanê didome
12:40
JINHA
KOBANÊ - Hêzên YPG'ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encamê de gundê Xwêdan û Girê Sêbê hatin rizgarkirin û tevlî 21 çete serçeteyek jî hatin kuştin. Her wiha gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê şevê din şervanên YPG'ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de li gelek aliyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî li dar xistine. Şervanan li rojavayê herêmê di navbera gundên Cibnê û Baydê de li dijî çeteyan çalakî li dar xistine. Di encama vê çalakiyê de şervanê YPJ/YPG'ê gelek alavên çeteyan ku di nav de TIR'ek jî heye desteser kirine.
Li başûrê herêmê jî şervanên YPG'ê li ser Girê Sêbê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 11 çete û serçeteyekî bi navê Ebu Bîlal El-Hebeşî jî hatine kuştin.
Li gundê Xwêdan ê rojhilatê herêmê jî şervanan li dijî çeteyan çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha di heman çalakiyan de 10 çete hatin kuştin. Cenazeyên 5 çeteyan jî ketine destên YPG/YPJ'ê û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.
Dîsa li gorî heman nûçeyê hat ragihandin ku îro ji serê sibê ve li derdora gundê Mişko yê rojavayê herêmê jî şer û pevçûn di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyan de bi dijwarî didomin.
(kom/ch)
