Ji bo Ozgecan 'xeleka jiyana jinê'
14:32
Sibat
16
/ 2015
JINHA
STENBOL - Jin, ji bo protestoya qetilkirina Ozgecan ku li navçeya Tarsûs a girêdayî Mêrsînê ye piştî tecawûz lê hat kirin û hate qetilkirin,li Gûvenpark a Stenbolê dê 'xeleka jiyana jinê' pêk bînin.
Li Stenbolê, jin îro seat di 18:00'an de dê werin ba hev û qetilkirina Ozgecan ya hovane protesto bikin. Jin, ji bo Ozgecan ku rastî tecawûza 3 mêran hatibû û piştre jî bi awayekî hovane hatibû şewitandin dê xeleka 'Ji bo Ozgecan xeleka jiyana jinê' pêk bînin.
(ch)
