Heyman a 5 mehî dê vegere Kobanê

14:34

 


JINHA


RIHA -  Li Kobanê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku êşa şer herî zêde hîs kirin jin bûn. Yêk jî wan jinan jî welatiya bi navê Cemîle Sadik e. Cemîle Sadik, roja keça xwe ya bi navê Heyman anî dinê neçar ma axa xwe biterikîne lê niha jî li benda roja vegerina ser axa xwe ye.


Jinên ji Kobanê ji zilma DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê li benda roja vegerina Kobanê ne. Kobanê ya ku ji aliyê hêzên YPJ û YPG'ê ve hate azad kirin, hêviyên jinan ji nû ve şîn kir.


Yek ji van jinan Cemîle Sadik, bi zaroka xwe ya 5 mehî ve li gundê Aşmê yê Bêrecûkê dijî. Cemîle 5 meh berê ji bo welîdînê çû nexweşxaneya navenda Kobanê û di wê demê de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşê bajêr kirin. Cemîle piştî welidînê bi zaroka xwe ya nû zayinê ve hat Pirsûsê. Piştre jî malbata wê hat Gundê Aşmê yê Bêrecûkê. Niha ew jî bi zaroka xwe ya 5 mehî û bi hevserê xwe re li vir dimîne. Du birayên wê jî di nava YPG'ê de têdikoşin.


'Keça min rojek ji li ser axa xwe nema'


Cemîle, pêvajoya ku ji Kobanê derbasî Pirsûsê bûne wiha vegot: "Dema min li nexweşxaneyekî Kobanê zaroka xwe anî dinê, çeteyên DAIŞ'ê bi çeken giran êrîş li nêzî nexweşxaneyê kirin. Ji ber êrîşê, nexweşxaneyê xesarek mezin dît. Ez ji nexweşxaneyê derketim û hatim vir. Em neçar man xaka xwe terk bikin. Em rojekê jî li wir neman. Keça min Heyman ne mala xwe û ne jî bajarê xwe dît. Gotin bila navê keça te Ferman be. Lê min Heyman lê kir. Yekane daxwaza min ev e ku em vegerin ser xaka xwe."


'Dixwazim ku keça xwe bibim Kobanê'


Cemîle da zanîn ku ew di nava hesreta vegera bajarê xwe ne û wiha axivî: "Em ji şervanên YPJ û YPG'ê yên çete ji Kobanê derxistin re mînetar in. Xwedê wan ji serê me kêm neke. Şervanên YPJ û YPG'ê niha girê li hemberî gundê em lê dimînin, Aşmê ji çeteyan paqij kirin. Ez demildest dixwazim keça xwe Heyman bibin Kobanê."


(kom/ch)