Li ser sînor silava roja 155'an

14:34

 


JINHA


RIHA  - Operasyonên paqijkirina Kobanê ya ji çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, di roja 155'an de dewam dikin. Li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bi sedan welatiyên hatin cem hev, bi dirûşm û tilîliyan şervanên YPJ/YPG'ê silav kirin.


Hêzên YPJ/YPG'ê yên bi berxwedaneke mezin çeteyên DAIŞ'ê têk birin, li ser sînor hatin silavkirin. Bi sedan kesên di roja 155'an de ji bo silavkirina berxwedana mezin hatin cem hev, çalakiya zincîra ji mirovan li dar xist.


Li gundên Misyneter, Mehser û Elîzêrê yên Pirsûsê, bi sedan kesî destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê û mînetdarî şervanên YPJ/YPG'ê silav kirin. Nobedarên berxwedanê alên PKK, KCK, YPG, YPJ û TEVDEM'ê rakirin, dirûşm berzkirin û bi tilîliyan şervanên YPJ/YPG'ê silav kirin.


(kom/ch)