Di zewacên zaroktî de biryarên bingehî pêwîst e
16:56
Rozerin Tekin/JINHA
AMED - Prof.Dr. Ahmed Yalinkaya di der heqê travmaya zarokan ku di zaroktî de tên zewicandin de axivî û bal kişand ku ji bo zewacên zaroktî pêk tê de girtina biryarên bingehî pewist e û wiha berdewam kir:'' Berî 18 salî divê destûra welidinê nê dayin. Ji bo dûcaniyê sinor divê 20 sal be. Lewma zarokên di temenê biçûk de bi dûcan dibin travma dijîn.''
Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê (WHO) temenê kamil bûyinê di navbera 10-19'an de diyar dike. Li cîhanê her sal, 16 milyon jin ên temenê wan di binya 18'an de ye diwelidin û ji wan 2 milyon jin jî zarokên wan ji ber diçin hene. Hejmara bûyerên bi vî awayî jî her ku diçe zêde dibe. Kesên ku di temenê biçûk de dûcanî dimîne piranî di asta tendûrîstî û perwerdê de ên kêmasî dijîn e. Lewma xetereyên ku tê jiyandin jî zêde ne. Li Tirkiyê jî nedayina perwerda cînsî dibe sedema pirsgirêkên mezin.
'Ew zarok in dibin dayik'
Pîspora Newxeşiya Jina û Zayinê ya Zanîngeha Dîcleyê PROF. Dr. Ahmed Yalinkaya lêkolînên Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê (WHO) bibîr anî û diyar kir ku dûcaniya di temenek biçûk de him ji alî fizîkî him jî ji alî derûnî de pirsgirêkên mezin derdixîne û got:'' Zarokên ku hê zaroktiya xwe nejiyaye dibin dayik. Ew kes, hê anatomiya wê temam nebûye, bîyolojî û fîzyolojiya wê negihîştiye dibe xwedî zarok. Ev pirsgirêkên mezin derdixîne holê.''
'Dûcaniya zaroktî xetere ye'
Prof.Dr. Ahmed anî ziman ku di dûcaniya zaroktî de ji ber ku anatomiya zarokan hê negihiştîye di welîdanê de pirsgirêk tê jiyandin û piranî zayinên berî rojên xwe diqewimin. Ji ber vê jî dûcaniya zaroktî gelek xetereyan bi xwe re tîne, ên ku jiyana xwe ji dest didin jî hene. Zarok jî nizanin xwe bînin ziman, fedî dikin an jî ditirsin. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milên wan. ''
'Travmayên mezin tên jiyandin'
Prof.Dr. Ahmed axaftina xwe wiha domand:''Hin zarokên 14-15 salî ji ber têkiliya cînsî ya ensestê hamîle dimînin û ji vê rewşa xwe ne agahdarin jî. An jî ji tirsan nikarin bînin ser ziman. Li cîhanê, ji ber van sedeman 2 milyon jin jî, zarok ji ber wan diçin hene. Li hemû deverên cîhanê ev tê jiyandin û divê pêşiya vê were girtin. Lewre ev rewş travmayên ku heta dawiya emrê xwe bijîn derdixîne holê. Prof. Dr. Ahmed da zanîn ku zarok ji ber xwe kirin jî dibe sedema mirinan û wiha berdewam kir:'' Heger were xwestin ku zarok ji ber xwe bikin jî divê di şert û mercên baş de ev yek were pêk anînîn.''
'Divê biryarên bingehîn were girtin'
Ahmed, der barê ji bo ku ji binya temenê 18'an dûcanî pêk neyê divê çi were kirin de axivî û got:''Zewacên di binya 18'an de qedexe ye lê dîsa jî tên kirin. Divê hê biryarên hişk were girtin. Pêşiya dûcaniya zaroktî divê were girtin. Ji bo dûcaniyê temenê herî guncav navbera 25-30 ye. Ji bo zewacên zaroktî divê biryarên bingehîn were girtin. Gihiştina zarokekî ya fîzîkî,bîyolojîk jî ji 20'an heta 24'an e. Divê bi baldarî nêzî vê mijarê bibin û sedemên travmayan ji holê rabikin.''
'Perwerde kêm e'
Ahmed da xuya kirin ku li Tirkiyê ji bo hişmendiya malbatan pêşbikeve perwerde nayê dayin û got :'' Divê malbat werin perwerde kirin.'' Ahmed axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Li welatê me ne li dibistana, ne jî di nava civakê de perwerda cînsî tune ye. Zarok bi tena serê xwe dimînin û nizanin çi bikin. Dema dûcanî dimînin neçariya wan zêde dibe û piranî derûniya wan xera dibe . Ev tevahî pirsgirêkên civakî ne û encamên ne baş derdixîne holê.''
'Zarok tên îstîsmar kirin'
Pîspora Psîkîyatriyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Remzî Oto jî bal kişand ku li Tirkiyê ji sê zewaca yek di temenê biçûk de tê kirin û got:'' Ev zarokên ku tên zewicandin wek karkerek li deveran tên şixulandin.Zarok, wek kesên ku ji alî aborî û cînsî de xizmetê bidin tên dîtin û tên îstismarkirin.'' Remzî da zanîn ku zarokên ku tên zewicandin ji ber ku tû wateyê nadin zewacê û hişmendiya zewacê di wan de hê cîh negirtiye, nêzîkatiya hevserê xwe jî wek tecawûzê dinirxîne, usa dibîne. Remzî axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' kesên ku her tim xwe rastî tecawûzkirinê de bibîne jî derûniya wê dê xera dibe. Zarok, berî xwe naskirinê rastî gelek barên giran dibin û ev jî dibin sedema travmayên mayinde.''
(ch)

