'Jin dê serê xwe li hember tundiyê netewînin'

17:10

 


JINHA


 AMED- Karsazên jin  ji bo Ozcegan Aslan a ku hatibu qetilkirin civîna çapemeniyê pêk anîn. Seroka Desteya Peyanerên Jin a Bajarê Amedê Dîdar Avcı Türk diyar kir ku li Tırkiyê ji çar jinan yek rastî tundiyê tê û  divê li hember vê yekê  gavên lezgîn werin avêtin û wiha got:"Em jin dê li hember tundiyê serê xwe netewînin"


 Li Amedê karsazên jin ji bo Ozcegan Aslana  ku li Mêrsînê bi awayekî hovane hatibû tecawûzkirin û qetilkirin civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek  karmendên jin tevlî  civîna ku li avahiya Komala Rojnemegeran pêkhat bûn. Li ser navê jinan seroka  Heyata Payanerên Jin a Bajarê Amedê Dîdar Avcı Türk axivî. Dîdar da zanîn ku ew ji bo Ozgecan a ku li Mêrsînê hatibû qetilkirin û ji bo Meryem Yılmaz  a ku ji aliyê hevserê xwe ve hatibû qetilkirin civîyane. Dîdar dîyar kir ku  qêrînên wan çiqas kêm dibin  tacîz istîsmar û tûndiya li hember jina ewqas zêde dibe û wiha axivî:"Li welatê me ji çar jinan yek, rastî tundiya fîzîkî, aborî, derûnî, civakî û zayendî  tên." Didar bi bîr xist ku di sala 2014'an de 250 jin hatine kuştin û got:'' Divê jin tu carî  li hember tundiyê serê xwe netewînin.''


 'Jin bila mafê xwe zanibin'


Dîdar, li ser navê komê daxwazên xwe wiha bi rêz kir:


-Divê êdî gavên aşkere bên avêtin.


-Divê qanûn û cezayên li hemberî qetilkirina jinan girantir bin.


-Divê li vi welatî êdî jin, di bin parastinê de nemirin û xwe di ewlehîy wan hebin, qanûna parastinê divê bi îradeyek aşkere bi cîh were û astengiyên bûrokratîk werin rakirin.


-Zagona bingehîn divê wekheviya zayendî bike bingeh û ji nû ve bê çêkirin.


-Divê hişmendiya  civakê ya zayendî bê pêşxistin,tundiya li hember jinê ji rêzê neyê dîtin û divê jin mafê xwe zanibin.


- Divê Zarokên keçik bi fediyokî  neyê mezinkirin.


 'Divê jin dengê xwe  bilind bikin'


Dîdar bal kişand ser rewşa jinê ya li Rojhilata Navîn û wiha dewam kir:" Li Rojhilata Navîn jinên Êzîdî, Xirîstyan,Tûrkmen tên qetilkirin û dîl tê girtin. Divê raya giştî li hember vê yekê bê deng nemîne. Dîdar got ku ew naxwazin her roj qetilkirina jinekî bibihîsin û divê ji bo vê yekê gavên pêwist û şênber werin avêtin. Dîdar di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir:"Em di şexsê Ozgecan Aslan de tundiya li hember jinan şermezar dikin û ji bo ku bûyerên wiha careke din neyê jiyandin, bila her cihekî ku jin lê hene dengê xwe bilind bikin." 


(ma-ny/ch)