Ozgecan dê li Pirsûsê were bibîranîn
17:11
JINHA
AMED - Jinên Pirsûsê ji bo Ozgecan Aslan a ku li Tarsusê bi awayek hovane hatibû qetilkirin dê bi meşekî girseyî bibîr bînin.
Meclisa jin a Pirsûsê li salona Konferansa Şaredariya Pîrsûsê, bi civina çapemeniyê qetilkirina Ozgecan Aslan ya li Tarsûsê şermezar kirin. Hevseoka Şaredariyê Zuhal Ekmez û Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Rojda Bînîcî û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP'ê Rojda Bînîcî di civinê de axivî û got:'' Qetliamên ku li ser jinê pêk tê her ku diçe zêde dibe û divê hemû kes li hemberî vê bisekine." Rojda bang li hemû jinên Pirsûsê jî kir ku tevlî meşa 18' ê Sibatê bibin û wiha got:''Divê hemû jin di 18 sibatê de ji bo meşa protestokirinê li Pirsûsê amade bin. Ji bo Ozgecan Aslan li Pazara Bugdayê, seat 11:00'an de meşek girseyi dê were li dar xistin.Em hemû jinên Pirsûsê vedixwînin vê meşê.''
(kom/ch)
