Jinên Silopî ji bo Ozgecan Aslan meşiyan

17:37

 


JINHA


ŞIRNEX- Li navçeya Silopî ya Şirnexê qetilkirina jîna cîwan Ozgecan Aslan bi meşekê hat şermezarkirin.


Li navçeya Silopî ya Şirnexê qetilkirina jîna cîwan Ozgecan Aslan bi meşekê hat şermezar kirin. Meş, ji ber avahiya HDP' ê destpê kir. Meş, di nav de Hevserokên Şaredariya Silopî Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, Hevserokên HDP'ê û DBP'ê nûnerên saziyan û bi sedan welatiyan pêk hat. Di meşê de wêneyên Ozgecan Aslan hatin rakirin û panqartên ku li ser  "Şiddeta li ser jinê êdî bes e" "Ne mîrîn, berxwedan qedera me" "Jin jiyan Azadî" hatibû nivisandin hat vekirin.Her wiha dirûşmên "Jin jiyan Azadî", "Dewleta kujer dê hesap bide", "Mêr dikuje Dewlet diparêze" hatin berzkirin. Meş, li Kolana Hunerê bi dawî bû û li vir Endama KJA'yê Çîmen Fîdan daxuyanî xwend.


'Tundiya ser jinê zêde dibe'


Çîmen Fîdan di daxuyaniyê de wiha got:'' Pergala dewletparêz ji destpêka dîroka netewdewlet heta  îro, her tim xwestiye jinê ji hemû qadên jiyanê vekişîne û di mal de, di nava çar dîwaran de bigire. Çîmen Fîdan axaftina xwe wiha domand:'' Di serdema desthilatdariya hikûmeta AKP' ê de heta roja îro, tundiya li ser jinê ji sedî hezar û çar sed zêde bûye. Ev yek jî dide nîşandan ku hikûmeta AKP' ê bi awayekî rast li ser vê yekê nasekine û bi zagonên xwe yên vala tundiyên li ser jinê meşru dike. Ev jî rê rê li ber kuştinên nû vedike. Çîmen Fîdan di axaftina xwe de qetilkirina Ozgecan Aslan jî şermezar kir  û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Di şexsê Ozgecan Aslan de, em hemû jinên ku ji aliyê vê pergala qirêj  hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza bilindkirina têkoşînê didin.''


'Kujer tên parastin'


Piştî daxuyaniyê Sekratera Şaxa Egîtîm-Sen a Silopî Havva Şahîn jî axivî û got:'' Li gor Wezareta Dadê, dozên di derbarê êrîşên zayendî de hatine vekirin,  nîvê wan bi beraat encam bûne. Li gor Gerînendeyên Ewlehiyê, 133 jin hatine kuştin lê li gor nûçeyên rojnameyan ev hejmar 241 in. Havva Şahîn axaftina xwe wiha bi dawî kir:''Li Tirkiyeyê her ku diçe buyerên bi vî awayî zêde dibin û di dozên di vê mijarê de hatine vekirin de jî tim û tim bi hincetên sosret yên wekî "kot li xwe kiribû, ji yekî biyanî saet pirs kiriye, etegê kurt li ser bûye..." û hwd. dibe sedema daxistinên sucên kujeran.''


Di dawiya daxuyaniyê de jî Hevşaredara Silopî Emîne Esmer  di derbarê bûyerên bi vî rengî de axivî û wiha got:'' Her qetlîama li ser jinê pêk tê  hêrsa me zêdetir dike û têkoşîna me jî xurttir dike.


Piştî axaftin xilas bûn deqeyek çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakî, bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.


(fs/ch)