Jinên serbaz dê jinan biparêzin

11:44

 


Bêrîtan Elyakut/JINHA


AMED - Şaredariya Sûrê, benda  peyama  CEMR 'ê ya herî  girîng  'Hûkma Ewlehiya Jinê' xist meriyetê. Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Şik Barût diyar kir ku serbazên jin dê xweparastina jinên ku rastî tacîz û tundiyê tên bikin û got,wê  ji jinên serbaz bîrîmek taybet  were avakirin. Fatma wiha dewam kir:''Ev bîrîm dê tevahî ji parastina jinê  berpirsyar be.''


Peyama CEMR'ê,ku  ji alî  103 Şaredarên DBP'ê  ve hatibû îmze kirin, benda wê ya herî giring 'Hûkma Ewlehiya Jinê' bû. Hevserokê Şaredariya Sûrê Fatma Şik Barût jî ji bo ewlehiya jinê, rol û mîsyona herêman çiye vegot û wiha axivî:''Me  peyama CEMR'ê ya di hereman de şerta wekheviya jinê esas digre di fermîyetêde jî qebûl kir, lê ji alî pratîkan de em karin bêjin ku em hê pêşketîne. Mînaka herî berbiçav jî pergala hevserokatiyê ye ku bi tevahî ser esasên temsîlyeta wekhevîyê  ava bûye. Bendên CEMR'ê ji xwe di pratîkên me de cîh digre. Bi îmzekirina CEMR'ê  tenê me vê kir fermiyetê. Em jî êdî yek endamên CEMR'ê ne.''


 'Bajarên ewlekar dê were afirandin'


Fatma der heqê xebatên xwe yê ewlehiya jinê de jî axivî û diyar kir ku Amed û gelek bajarên din ji bo jinan ne ewlekar e. Fatma axaftina xwe wiha domand:''Ji ber pergala desthilatdariya mêran, cîhên ku jin xwe di ewlehiyê de bibînin pir kêm in. Ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe, em bi hemû saziyên xwe re ji bo afirandina bajarên ewlekar dixebitin û hin pratikên me jî hene, lê divê em hemû bajaran li gor jinê dîzayn bikin.''


'Kuçeyên navçê  dê were ronîkirin'


Fatma da zanîn ku xebatên wan ê yekemîn ji bo serwextkirina jinê ye û wiha axivî:''  Divê jin zanibin ku di hemû qadên jiyanê de karin bi azadî tevbigerin. Bi vî awayî em ê karibin bajarên ewlekar biafirînin. Bi taybetî jî ji bo navçeya Surê xebatên me didome. Em ê ji bo ronîkirina kuçeyên Surê jî  dest bi xebatan bikin lê pêwiste ku pêşîyê serwextkirina civakê were pêşxistin.''


'Jin, dê ji parastina jinê berpirsyar be'


Fatma anî ziman ku ji bo tacîz, tecawûz û tundiya ku li hember jinê tê pêkanîn,bi saziyên jinan re xebat dimeşînin û got:'' Wek  Navenda Piştevaniya Jinê,Navenda  Piştevaniya Derûnî û malên jiyanê ya ji bo jinan hatiye vekirin. Jin yekemîn serî li van saziyên me didin. Lê em dizanin ku jinên nayên saziyan jî gelek în û ji bo çareseriya vê yekê em xebatên xwe yên  di taxan de didomînin. Yek mijar jî ewlehiya jinê ye . Jin heger van saziyan ji alî ewlehiya xwe jî ehîl bibîne wê baweriya wê zêde bibe.'' Fatma berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser serbazên jin jî û wiha axivî:'' Jinên serbaz, ji bo li hember tacîz û tundiya li ser jinê ji holê rabike wê parastina jinê bike.  Ji  nava serbazan em ê bîrîmek taybet jî ava bikin ku tenê ji parastina jinê wê berpirsyar bin. Bi vî awayî em bawerin ku jin, ji alî ewlehiyê de dê dilaram bin. Ev pratîk dê rolek giring bilîze.''


'Mebesta me afirandina bajarên jinan e'


Fatma dest nîşan kir ku Amed bi saya serbazên jin û bîrîmên taybet dê vegûhere bajarek hê ewlekar û wiha berdewam kir:'' Mebest û armanca me afirandina  bajarên bi nêrîna jinê ye. Dîzayana  bajaran ji bo ku jin di bajaran de bi asayî, dilaramî û azadî tevbigerin divê were fikirandin û ava kirin. Têkoşîna me jî ji bo vê ye.'' Fatma ji bo parastina jinê  divê jin bike bangawazî li şaredariyên din jî kir ku ew jî   dest bi sîstema serbazên jin  bikin û wiha got:'' Me xwest bi vê pêkanînê mînakek derbixin pêş  û bi hemû şaredariyen re vê têxin meriyetê. Lê pêwiste ku em di hemû bîrîm û saziyan de jinê bi hêz bikin.''


'Di hemû bîrîman de divê jin hebe'


Fatma da xuya kirin ku  biryarên  heta niha dihat girtin di gotinan de dima û got bi îmzekirina CEMR'ê berpirsyariya ewlehiya jinê girtine ser xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Bajara Amedê û hemû bajarên din bûne bajarên mêran. Li hember vê divê li hemû bîrîman de jin hebe. Divê bajarên  ne tenê yê jina, ji bo kal û pîran, mirovên astengdar û hemû kesên din yê mexdûriyetê dijîn re were fikirandin û ava kirin.''


(ch)