Parastina cewherî pêwist e'
12:25
JINHA
RIHA - Welatiyê Kobanê Mihemed Hebîp, li Kobanê di qada asayîşê de di xebite û ji ber rewşa tenduristiyê neçar ma û hat li Pirsûsê,li konê Kader Ortakkaya de bi cih bû. Hebîp diyar kir ku li cihanê de hemû zindî jî parastina xwe ya cewherî dike û em jî bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe diparêzin.
Di nava tevgera azadiya gelê Kurd de yek ji xala herî giring parastina cewheriye. Welatiyên Kobanê yên di nava konbajaran de dijîn bi awayeke rêxistinî pergalek komûn ava kiriye. Di nava vê jiyana komûn de beşek jî parastina cewherî ye. Welatiyê Kobanê Mihemed Hebîp (46) yê di nava konbajarê Kader Ortakkaya de berpirsyara qada parastin û ewlehiyê ye,ku li Kobanê di nava asayîşê de cih digirt, got ku di nava cihanê de zindiyên bêparastin nîne û gelê Kurd, civaka Kurd jî her tim divê parastina xwe ya cewherî bike.
'Parastina cewherî civakê pêş dixe'
Mihemed da zanîn ku di nava konbajar de bi pergala jiyanek komûn wan bi pêşengiya rêveberiya konbajar de komîsyona ewlehiyê ava kiriye û wiha got: "Armanca me ya herî girîng parastina welatiyên di nava konbajaran de ne. Em bi şev û roj parastina xwe dikin. Armanca me ya duyemîn jî ewe ku, em bi parastina xwe, civaka xwe pêş ve bibin. Wekî standartên Ewropayê em civaka xwe amade bikin."
'Em ramana Serok Apo bingeh digirin'
Mihemed da zanîn ku parastin, ne tenê parastina ewlehiyê ye, her wiha afirandina jiyaneke rêhevaltiyê û avakirina civakek ya xwedî raman e û wiha axivî: " Hatina Rêber Apo ya Kobanê ji bo welatiyên Kobanê tiştek pir mezin e. Serokatî li Kobanê digot xwe bi tu dewletan ve girênedin. Di cihanê de hemû cure zindî parastina xwe dikin û hûn jî wek gelek divê ku parastina xwe pêk binin. Serokatî mînaka gulê dida û got ku her çiqas gul pir xweşik jî be derdora wê stirî hene û bi striyên xwe ve xwe diparêze. Em ji ramana Serok Apo bingeh digrin."
'Pêwîste em parastina cewherî baş fêm bikin'
Mihemed der barê parastina Kobanê de jî got ku her çiqas Kobanê bi awayekê mezin li ber xwe dabe jî kêmasiyên wê hebûn û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê çekên pir giran êrîş li ser Kobanê kir. Li hemberî vê yekê şervanên me bi îradeyekî mezin li ber xwe da. Dema ku çeteyan êrîş kir ger hişmendiya parastina cewherî bi awayekî baş bihatiba zanîn ez bawerim ku çeteyên DAIŞ'ê nikarîbû ewqasî pêşde biçûba."
'Parastina me divê li gorî ruhê şoreşê be'
Mihemed destnîşan kir ku ji vir şûnde divê ku welatiyên Kobanê xwe bi her awayî biparêzin û wiha domand: " Parastin ne bi tenê ya ewlehiyê ye. Bi sedan salane welatê me di bin dagirkeriya dewletan de ne û me hemû tiştên xwe winda kiriye. Dema ku welatiyên Kobanê vegeriyan li hemberî hemû êrîşan divê parastinek bingehîn û ya ku li gorî ruhê berxwedana Kobanê bê çêkirin."
'Temenê parastinê tuneye'
Mihemed bilêv kir ku di nava konbajaran de ciwan û heta her temenî de welatî di nava parastinê de cih digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Temenê parastinê tuneye. Hemû welatî ji bo me dibin alîkar. Em hinek kal bûne û li gorî wan hinek bêhtir xwedî tecrûbe ne. Em tecrûbeyên xwe parve dikin û welatiyên din jî her wiha tecrûbeyên xwe parve dikin. Em bi dibistanan, parastina zimanê xwe, çand û hunera xwe; bi ewlehiyê ve jî parastina konbajaran dikin.''
(kom/ch)
