'Ger ez bimrim li ser axa xwe di têkoşînê de bimrim'

12:27

 


JINHA


RIHA  - Dayika Şervana YPJ'ê Narîn Reşît Mistefa ya di çarçoveya operasyona paqijiya Kobanê de li gundê Kutepe yê 10 km dûrî Girê Spî ye, di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Afran Musa diyar kir ku keça wê ji wê re gotiye "'Heke ez bimirim ez ê li ser axa xwe bi têkoşînê bimirim'.


Piştî êrîşên DAIŞ'ê gelek ciwan tevli YPJ û YPG'ê bûn. Du xwişkên hev ku piştî êrîşan tevli YPJ'ê bûn,yek jê Narîn Reşît Mistefa (Xwundan Zagros) ya 20 salî 6 mehan ber xwe da û di 12'ê Sibatê de li Girê Spî, li gundê Kultepeyê  jiyana xwe ji dest da.


'Ger bimirim ez ê li ser axa xwe bimirim'


Dayika Şervana YPJ'ê Misteva Afran Musa pêvajoya tevlibûna keça xwe wiha vegot: "Dema êrîşan dest pê kir em bi malbatî hatin Tirkiyeyê. Narîn li dijî vê nêrîna me bû. Digot ger bimirin wê li ser xaka xwe bimirin. Li pişt vê gotina xwe sekinî û tevli YPJ'ê bû." Misteva Afran Musa anî ziman ku keçek wê ya din jî tevlî YPJ'ê bû û wiha axivî: "Dema me biryar da ku em derbasî Tirkiyeyê dibin keça min Narîn û ya din li gund man û gotin wê tevli YPJ'ê bibin. Tevli yekineya YPG'ê ya li gundê me bûn. Pişt re tevli YPJ'ê bûn. Ev 6 meh bû şer dikirin."


'Ji bo gelê xwe şehîd ket'


Misteva da zanîn ku keça wê beriya êrîşan jî li dijî YPJ-YPG'ê bi sempatî bû û wiha pê de çû: "Narîn ne tenê keça min e keça hemû gelê Kurd e. Ji bo gelê xwe ji bo xaka xwe şehîd ket. Ez li ser navê keça xwe silavê xwe ji hemû gelê Kurd re dişînim. Bila serê her kesê di têkoşîna azadiyê de sax be. Em ê di şopa wê de biçin. Em ê heta dilopek xwîna xwe ya dawiyê  têbikoşin."


Banga yekîtiyê kir


Misteva derbarê keça xwe ya din ya li eniyê şer de ye jî wiha axivî: "Keça min ya din jî got wê wek xwişka xwe di têkoşînê de cih bigire û ala xwişka xwe hilde." Misteva bang li hemû kesî kir ku li dijî DAIŞ'ê bibin yek û wiha dawî li axaftina  xwe anî: "Divê hemû kurd bibin yek û bersiva vê zilmê bidin.''


(kom/ch)