Li Kobanê rizgarkirina gundan bênavber didome
12:38
JINHA
KOBANÊ- Di operasyonên paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, şevê din şervanên YPJ/YPG'ê di encama çalakiyên bi bandor ên ku heta sibehê dom kirin de 13 gund rizgar kirin û 4 çete hatin kuştin.
Li gor agahiyên ji herêmê hatin bidexistin, şervanên YPJ/YPG'ê şevê din di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de, li 4 eniyên kantonê operasyonên bi bandor li dar xistin.
Li eniya Rojava di encama operasyonê de gundê Ehmed Hiso û 3 gundên bi navê Ebiko ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di encama operasyona ku heta serê sibehê dom kir de 2 çete hatin kuştin û 23 mayinên ku çeteyan danîbûn hatin bêbandorkirin. Cenazeyên 2 çeteyên hatine kuştin, ketin destê şervanên YPG'ê.
Dîsa li Başûrê Kobanê li hemberî gundên Şêxalî û Saqa yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, operasyon hate lidarxistin. Di encama operasyonê de her du gund hatin rizgarkirin. Li ser rêya gundên Cediyê û Toreman jî di encama çalakiyeke şervanên YPG'ê de wesayîtek hate rûxandin.
Li eniya Başûrê Rojavayê Kantonê jî, şervanên YPJ/YPG'ê li gundê Derbenoka Mezin çalakiyek bi bandor li dar xistin û gund ji çeteyan rizgar kirin. Der barê encamên çalakiyê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.
Li eniya Rojhilata Kobanê jî hêzên YPJ/YPG'ê li gundên Bexdik, Xan Mamed, Tolkê û Gultep operasyon pêk anîn. Di encama operasyonan de her 4 gund hatin rizgarkirin û 2 çete hatin kuştin. Her wiha 20 mayinên çeteyan danîbûn hatin bêbandorkirin û cenazeyê 2 çeteyên hatibûn kuştin jî ketin destê şervanên YPG'ê.
(kom/ch)
