Silava roja 156'emîn ji Kobanê re
13:08
JINHA
RIHA - Operasyonên şervanên YPJ/YPG'ê yên rizagarkirina gundên Kantona Kobanê dewam dike. Berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ji aliyê berxwedêrên li ser sînor ve bi zincîra mirovahiyê hat silavkirin.
Berxwedana dîrokî ya Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin di roja 156'an de li gundan bi operasyonên paqjiyê berdewam dikin. Hêzên YPJ/YPG'ê ku di operasyona rizgarkirina gundên Kantona Kobanê de hatine dawiyê, ji aliyê nobedarên sînor yên li Bakur ve bi coş hatin silavkirin.
Bi hezaran kesên ji roja destpêka berxwedanê ya li gundên berxwedanê nobetê digirin îro jî zincîra mirovahiyê ava kirin. Welatiyên li gundên Miseynter, Mehser û Elîzerê li xeta sînora Kobanê hatin cem hev, destê hev girtin û alên PKK, KCK, YPJ û YPG'ê hildan. Di zincîra mirovahiyê ya li her sê gundan de dirûşm hatin berzkirin û berxwedana mezin hat silavkirin.
Gelê li gund piştî çalakiya zincîra mirovahiyê paqjiya derdorê kirin.
(kom/ch)
