Fermandara YPJ'ê Azîme: Hewldidin ku her sê kanton bibin yek
14:45
ROJDA KORKMAZ/JINHA
KOBANÊ - Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz operasyonên hamleya duyemîn a rizgarkirina gundan wiha vegot: "Demek kin de em ê mizgîniya azadkirina axa Kobanê bidin. Li hemberî gelê Kurd û erdnîgariya wê gef li ku derê hebin em dê li wir bin. Pêwîst be li Girê Spî, Minbic an jî Carablus. Ji bo em 3 kantonên Rojava bikin yêk hêz û morala me heye û em amade ne."
Piştî azadkirina navenda Kantona Kobanê ji bo paqijkirina gundan di 27'ê çileyê de pêngava duyemîn a azadkirinê gundan hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngava duyemîn de gundên li eniyên Rojava, Rojhilat û Başûr yek bi yek tên azadkirin. Çeteyên nikarin xwe li ber hêzên YPJ/YPG'ê bigirin, windahiyên giran didin. Derheqê pêngava duyemîn de Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz axivî û diyar kir ku serkeftina Kantona Kobanê nêz e.
'Direvin ser sînorê Tirkiyeyê'
Azîme anî ziman ku Kobanê bi rihê fedaî hate azadkirin û piştî azadkirina navenda bajêr wan dest bi pêngava duyemîn kir. Azîme da zanîn ku di rojên destpêkê de di pêngava duyemîn de hemû noqteyên stratejîk û gundên derdorê yên dikarin gefê li bajêr bixwin hatine azadkirin û wiha got, "Li her sê eniyan operasyonên me yên serkeftî berdewam dikin. Li hin cihan sîng bi sîng şer pêk tê. Lê belê me li her qadê ala xwe çikandin." Azîme bilêv kir ku ji ber operasyonên wan ên bi bandor çeteyên li navenda bajar hatine şikandin dest bi revê kirine û wiha axivî: "Hin caran me dîtin ku çete reviyan aliyê Tirkiyeyê. Bi operasyonên xwe yên li rojava, rojhilat û başûr me firsenda êrîşê nedan çeteyan, em nadin. Operasyonên me berdewam dikin."
'Me gavek paşve neavêt'
Azîme destnîşan kir ku DAIŞ di nava parastina pasîf de ye û çete ji gundên jê direvin mayînan diçîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li hin gundan segvanan bicih dikin. Yanî hemû derfetên di destê xwe de bikar tînin lê nikarin xwe li ber taktîk û stratejiya me bigirin. DAIŞ niha berê xwe nade me, paşê xwe dide me û direve. Ev rewş nayê wê wateyê ku ew direvin, tê wê wateyê ku li pêşberî hêzên me nikarin bisekinin û şikestine. Ji tu noqteyên em bi serkeftin me paşve gav neavêt. Li cihên me bi dest xistin me mewziyên xwe xurt kirin."
'Serkeftin nêz e'
Azîme diyar kir ku ew heta bihosta dawî ya xaka Kobanê, operasyonên xwe yên pêngava duyemîn dê bidomînin. Azîme anî ziman ku ew li Kobanê di rewşa parastina çalak û êrîşê de ne. Azîme ragihand ku serkeftina Kantona Kobanê nêz e û wiha pê de çû: "Çete wê nikaribin xwe li pêşberî biryardarî û vîna me rabigirin. Kêm maye em li temamiya Kobanê serdest bin. Kêm maye pêngava me ya duyemîn bigihêje armanca xwe. Di demeke kurt de em ê mizgîniya azadbûna tevahiya xaka Kantona Kobanê bidin."
'Pêwist bike em dê biçin Girê Spî, Minbic û Cerablusê'
Azîme da zanîn ku piştî serkeftina operasyona pêngava duyemîn, ew amade ne li her qadê li dijî gefên li hemberî gel û erdnîgariya Kurd bisekinin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Eger pêwîst bike em ê biçin Girê Spî (Til Ebyad), Minbicû Cerablûs. Li kû derê bibe bila bibe. Li her cihê êrîş li xak û gelê Kurd bibe, em amade ne gelê xwe li her derê biparêzin. Ji bo gihandina hev a her sê kantonên Rojava bi hêz û moraleke mezin em amade ne."
Azîme hemû hêzên piştgirî dan berxwedana Kobanê û tê de cih girtin silav kir û destnîşan kir ku serkeftin wê ya Kobanê û her sê kantonan be.
(ch)
