Hemû cîhan bila bibihîse qetlîam bila bisekine'
15:38
JINHA
AMED - Hevseroka KCD Selma Irmak 'Peyana Platforma Têkoşîna ji bo jinên ji alî DAIŞ'ê ve hatiye ragirtin' ya duh li Amedê hate îlankirin nîrxand û got:''Em ê xebatên xwe bi şîara 'Hemû cîhan bila bibihîse qetlîam bila bisekine' bidin meşandin û daxwaza me ewe ku ev xebat li hemû cîhanê belav bibe''
Bi pêşengtiya KJA, KCD, HDK, DBP, HDP û STK'yan, ji bo rizgarkirina jinên ku ji alî DAIŞ'ê ve bi darê zorê hatiye revandin, 'Peyana Platforma Têkoşîna ji bo jinên ji alî DAIŞ'ê ve hatiye ragirtin' pêk anîn. Hevseroka KCD Selma Irmak platformê nîrxand û bal kişand ku armanca platformê jinên ku di destê DAIŞ'ê de dîl hatiye girtin rizgar bikin. Selma wiha axivî:'' Ji bo ku qêrîna jinên Êzidî, hemû dinya bibihîse û zilma li ser wan tê meşandin were dîtin em ê dest bi xebatên xwe bikin.''
'Amedekarî piştî qetlîamê dest pê kir'
Selma diyar kir ku xebatên wan dê ne ji rêzê be û bi hemû rê û rêbazan wê têkoşînê bilind bikin û bal kişand ku ev platform nû ava nebûye. Selma axaftina xwe wiha domand:'' Ji destpêka qetlîama Şengalê heta niha amedekariyên me hebû. Ji bo vê, komekê ji 25 jinan pêk tê çûn Başûrê Kurdistanê û encama lêkolînên xwe bi raporek parve kirin. Piştî van lêkolînan biryara vê platformê hate dayin.''
'Şermezarkirin vegûherinê pêk nayîne'
Selma da zanîn ku platform bi hemû saziyên jin û yên Kurdîstanî ve hat damezrandin û wiha pê de çû:'' Armanca me ewe ku hemû saziyên Tirkiyê û Kurdîstanê jî tevlî vê peyanê bikin û têkoşîna xwe hê bilindtir bikin.Selma derheqê çalakiyên platformê jî agahî da û got:'' Em dixwazin bangawaziya têkoşînê jî bikin ku em li hemberî tundî û qetlîamên jinê dikarin çi bikin? Lewre tenê bi şermezarkirin, meş û hwd..vegûherina zîhnîyeta mêran pêk nayê.''
'Berxwedana Kobanê dê bibe mînak'
Selma anî ziman ku ji bo vegûherina hişmendiya civakê divê perwerde were dayin û got '' Ji bo pêşerojê divê çi were kirin? Jin dê xwe çawa biparêzin? Divê bersiva van pirsan were dayin. Heta ku em serî hilnedin guhertin jî wê pêk neyê. Selma berxwedana Kobanê ya jinan dest nîşan kir û diyar kir ku ji bo xweparastina jinê Kobanê mînaka herî girîng e û wiha berdewam kir:'' Me dît ku jin dema ber xwe bide, têkoşînê bimeşîne dê rizgarkirina xwe jî pêk bîne. Divê bi vê hişmendiyê em xweparastina jinê bi her awayî, ji alî hûqûqî,aborî,bi teknîkên şer û bi rê û rêbazên cûda ava bikin.''
'Hemû cîhan bila bibihîse qetlîam bila bisekine'
Selma da zanîn ku daxwaza wan ev platform, wek bangawzîyek li hemû cîhanê belav bibe û got:''daxwaza me ewe ku jinên li Bosnayê rastî tecawûzê tê, ên li Japonyayê heqaret lê tê kirin, jinên ku ji alî Boko Haram tê revandin û rastî tecawûzê tên, hemû jin, di vê platformê de karibe têkoşîna xwe bide meşandin. Ji bo jinên li Rojhilata Navîn ya ji alî DAIŞ'ê ve hatiye revandin jî em dixwazin bi kampanyayek li cîhanê belav bibe dest pê bikin. Şîara me jî 'Hemû cîhan bila bibihîse qetlîam bila bisekine'ye
Azadiya jinê dê bi têkoşînê were'
Selma da xuya kirin ku ji bo berxwedana jinê jî pêwiste ku hêzên parastinê were ava kirin û got:'' Azadiya jinê dê bi têkoşînê were''Selma axaftina xwe wiha bi dawî kir:''Li hember zîhnîyeta mêran divê yekitiya parastina xwe em bi xwe ava bikin. Bi parastina sivîl em dixwazin hêzên jinê damezirînin .Ev ê îhtîmalek mezin bibe mînaka yekemîn.''
(ch)

