Xebatên ji bo jinên Êzidî didomin

17:00

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYÊ- Bi pêşengiya KJA, KCD, HDK, HDP, DBP û Saziyên sivîl ku platforma 'Peyana Platforma Têkoşîna ji bo jinên ji alî DAIŞ'ê ve hatiye ragirtin' hatibû avakirin dê biçin serdana Herêma Kurdistanê.


Bi pêşengiya KJA, KCD, HDK, HDP, DBP û Saziyên sivîl ku platforma 'Peyana Platforma Têkoşîna ji bo jinên ji alî DAIŞ'ê ve hatiye ragirtin' duh bi daxuyaniyekê çapemeniyê hat ragihandin.


Hevseroka KCD''ê Selma İrmak di daxuyaniya çapemeniyê de derbarê armanca platformê de wiha got: "Bi armanca ku êdî jinên Êzidî yên Nînovayê li bazaran neyê firotin me ev platformê ava kir. Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê pêkhatî, li hemberî jinan êrîşek gelek girane û bi hezaran jinên Êzdî hatin revandin û firotin. Jinên hatine girtin, li bazarên gelek welatan tên firotin û hê jî ev bazarkirin berdewam dike. Yê ku van jinan di bazaran de di firoşin û yê ku diçin van bazaran  hemû sucdar in. Êrîşên bi vî awayî ya li hemberî jinan, ji encama qîrkirina civakî û ji çanda tecavuzê de pêk tê."


Selma İrmak bang li hemû jinan jî kir  ku tevlî vê platformê bibin û alîkariyê bidin jinên Êzidî.


Endamên platforma'Peyana Platforma Têkoşîna ji bo jinên ji alî DAIŞ'ê ve hatiye ragirtin' wê sibe serdana Herêma Kurdistanê bikin û hin hevdîtinan pêk bînin. Piştî hevdîtinên xwe yên li Başûr, wê  derbasî Şengal û Rojavayê Kurdistanê bibin


(ch)