Akademîsyen: Dest nedin xwendekarên me, cihê wan pol e, ne girtîgeh

23:17

 


Pelîn ÎKTUEREN / Heybet GUNEŞ - JINHA


ÎZMÎR / WAN – Akademîsyenên ku gotin ‘Dest nede xwendekarên min’, sîstema hiqûqê rexne kirin. Prof. Dr. Nîlgun Toker Kilinç, got ku “Li gorî min Tirkiye niha bi tevahî, hemû mercên despotîzma lîberal dijî. Ji ber vê yekê jî li hemberî hemû dengên cuda, bêtehamuliyek heye. “ Prof. Dr. Yuksel Akkaya jî diyar kir ku li cihên ku azadî, demokrasî û hiqûq tê parastin, cihê xwendekarek ne girtîgeh e, pol e.


Piştî ku di doza xwendekarê Fakulteya Endezyariya Endustriyê ya Zanîngeha Galatasarayê Cîhan Kirmizigul a di nav rayagiştî de wekî ‘doza pûşiyê’ tê zanîn de 11 sal û 3 meh cezayê girtinê dan Cîhan, nerazîbûn her ku diçe zêdetir dibin. Nerazîbûneke li hemberî girtinên xwendekaran ku di demên dawî de zêde bûn jî, ji aliye hîndekarên zanîngehan ve hat. Akademîsyenên ku gotin ‘Dest nede xwendekarên min’, sîstema hiqûqê rexne kirin.


‘Cil û berg gerek wekî sûc neyên dîtin’


Hîndekarê Beşa Endezyariya Kîmya yê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Nahît Aktaş, diyar kir ku li Tirkiyê sîstemeke hiqûqê ya li gorî şexsan heye û herî zêde jî xwendekar ji vê yekê zirar dibînin. Nahît anî ziman fam nake ka pûşî çima wekî sûc tê dîtin û wiha got: “Berfirehiya bûyerê baş nizanim, lê ger ku mirovek tenê ji ber cilên xwe yên ku nijada xwe nîşan dide sûcdar bê îlankirin, darizandin û wekî kesek cuda bê nîşandan, dilê min baristan nade. Xwendekarên me yên ku ev bi salan e ji ber ku xwestine ramana xwe ya azad bînin ziman û jiyana xwe li gorî vê yekê birêkûpêk bikin ji ruyê pergala heyî de neçar mane derkevin derveyê welat, birîna me ya xwînî dibin in.” Nahît diyar kir ku li tu dereke cîhanê, sîstemeke hiqûqê ya bi vî rengî nayê pêkanîn. Nahît, anî ziman ku hiqûq divê ne takekesî be, divê gerdûnî be. Nahît da zanîn ku di nav mirovan de cudahî hebe, ev tiştekî normal e û wiha got: “Divê di ser pişta xwendekaran de ji ber cudahiyên ramanê zanîngeh nebin cihê şer û pevçûnên siyasî.”


‘Cihê xwendekarên min ne girtîgeh e, pol e’


Dekanê Fakulteya Zanistiyên Îktisadî û Îdarî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Yuksel Akkaya, diyar kir ku li cihên lê azadî, demokrasî û hiqûq tê parastin, cihê xwendekaran ne girtîgeh e, pol e. Yuksel Akkaya, got ku “Mixabin di salên dawî de ji ber sedemên ku dê nebe mijara hiqûqa cezayê, gelek xwendekar ji polên xwe bêpar hatine hiştin. Dema ku mijar û berfirehiya ceza li ber çav bê girtin, ev jî bi xwe derdikeve holê. Ji ber vê sedemê jî, ji bo ku rêya demokrasî û azadiyê bê vekirin, divê hiqûqa cezayê ji nû ve di berçav re bê derbaskirin.”


‘Dest nede xwendekarên min!’


Seroka Beşa Felsefeyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Nîlgun Toker Kilinç, diyar kir ku li gorî nêrîna wê, her ku diçe, zextên li hemberî xwendekaran zêde dibe. Nîlgun got ku ““Li gorî min Tirkiye niha bi tevahî, hemû mercên despotîzma lîberal dijî. Ji ber vê yekê jî li hemberî hemû dengên cuda, bêtehamuliyek heye. Di esasê de li hemberî xwendekaran, êrîşên ku nehêlin xwendekariyê bikin, hene. Darizandina xwendekaran, tê wê maneyê ku mafê xwendekariyê, mafê muxalifiyê, mafê ramanê yê xwendekaran ji destê wan tê girtin.” Nîlgun balkişand ser girîngiya berfirehkirina Kampanyaya Dest Xwendekarên min û wiha got: “Ez bawer im, ji bo ku dest nedin xwendekarên me, divê fam bikin ku zanîngeh, bi xwendekar û hîndekarên xwe dibin zanîngeh. Yan jî, divê em fam bikin ku tekane sedema hebûna me ya li zanîngehê, xwendekarên me ne. Tiştek din jî, divê bê famkirin ku ev der zanîngeh e. Heta ku zanîngeh daraza xwe ya serbixwe pêk tîne, em nikarin bi rastî bibin zanîngeh.”


‘Hewl didin ku xwendekarên me bînin hîzayê’


Ji Beşa Radyo Sînema Televîzyonê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê Alk. Doç. Dr. Hîlmî Maktav got ku “Dixwazin xwendekarên me ceza bikin. Dixwazin ku wan bavêjin girtîgehê û bînin hîzayê. Li gorî nêrîna min, di şûna ku tên cezakirin de, divê guh bidin wan.” Peywirdara Lêkolînê ya Beşa Rojnamevaniyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê Dr. Gokçen Başaran Înce jî wiha got: “Li welatê me, rêya siyaseta demokratîk li xwendekarên me digirin. Bi polîtîkayên bêzarkirinê, yên wekî xaz, cop, bombe û her wekî din, xwendekar tên bêzarkirin. Di demeke wiha de, em dibêjin dest nedin xwendekarên me.”


Fotograf: Pelîn ÎKTUEREN – Heybet GUNEŞ


(pi-hg/hp/ho)