Li Amedê qerkirina jinan

11:59

 


JINHA


AMED Li Taxa Îskender Paşa ya navçeya Surê ya Amedê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin. Jina ku nasnameya wê nahat zanîn hat zanîn ku hatiye tecawîzkirin.


Di saetên serê sibê de li Kolana Buyuk Akar ya Taxa Îskendar Paşa ya navçeya Sura Amedê cehsedê jinekê hat dîtin. Li ser agahiya derdorê ambolans hat cihê bûyerê. Di lêkolîna despêkê ya ekîba tenduristiyê hat diyar kirin ku ji aliyê vajînaya wê xwîn di herike û ji serê xwe derb girtiye. Hat zanîn ku jina nasnameya wê nehat zanîn rastî tecawîzê hatiye. Hat zanîn ku jina hatî qetilkirin 27-28 saliye.


Cenaze bi ambilonsê rakirin Morga Tiba Edliya Amedê. Di mala ku jin tê de hatî qetilkirin lêkolîna polîsan berdewam dike.


 (zt)