Li gel sermayê silava Kobanê

12:03

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên li gundên Miseynter, Mehser û Elîzerê nobeta berxwedanê didomînin ligel sermayê zincîra mirovan pêk anîn û berxwedan Kobanê careke din silav kirin.

Operayonên paqijkirinê yên şervanên YPG û YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li gundan berdewam dikin. Di encama operasyonan de li her sê eniyan gelek gund hatin rizgarkirin. Ligel berxwedan Kobanê berxwedan li sînor jî berdewam dike. Welatiyên li gundên sînor nobeta berxwedanê digirin ligel sermayê berxwedan Kobanê careke din silav kirin. Sedan welatiyên li gundên Miseynter, Mehser û Elîzerê hatin cem hev û ligel sermayê zincîra mirovan pêk anîn û berxwedana Kobanê silav kirin. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê û "Bijî azadiya Kobanê" hatin berzkirin.

Piştî çalakiyê welatiyan paqijiya derdorê kirin.

(zt)