Alîkariyên ji bo Kobanê didome

12:51

 


JINHA


RIHA - Hevşaredarên Şirnexê û yê navçeyan, 11 kamyonên alîkariyê anîn Pirsûsê pişt re ji bo têkildarî pêvajoya ji nû ve înşakirina Kobanê hevdîtinan bikin derbasî Kobanê bûn.


Hevşaredarên Şirnexê û navçeyan 11 kamyon alîkarî anîn Pirsûsê û teslîmî rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava kirin. Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan li garaj şaredariyê daxuyanî da û wiha got: "Ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin ya dikeve ser milê wan dê bikin û ji her tiştî re amade ne."


Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez jî wiha got: "Alîkariyên şaredariyên DBP'î dikin girîng in û divê hemû kes alîkariyan bike."


Pışti hevşaredaran Şaredariya Pirsûsê ziyaret kirin ji bo bi rayedarên kantona Kobanê re têkildarî ji nû ve înşakirinê hevdîtinan bikin derbasî Kobanê bûn


(ch)