Li Pirsûsê pêwistî ji mamayê zarokan re heye
12:57
JINHA
RIHA - Hate ragihandin ku malzemeyên mama û şîr ên ku rojan ji zarokên Kobanê re dihatin belavkirin xilas bû. Dildarên li navçeyê dixebitin diyar kirin ku kampanyaya "Dema tu mama û şîrekî ji zarokên xwe re dikîrî, ji zarokên Kobanê re jî bikire" berdewam dike û divê hemû kesên baldar tevlî kampanyayê bibin.
Ji 190 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê ji sedî 40 ji zarokan pêk tê. Ji sedî 60 jî ji jinên temenç wan mezin pêk tê. Hate ragihandin ku kampanyaya ji bo zarokên Kobanê hate destpêkirin a bi navê "Dema tu mam û şîrekî ji zarokê xwe re dikirî, ji zarokê Kobanê re jî bikire" berdewam dike lê melzemeyên rojane li ber xilasbûnê ne. Bi deh hezaran zarok û jinên li konbajarên Kader Ortakaya, Arîn Mîrxan, Suphî Nejat Agirnasli, Rojava, Şehîd Gelhat û li gundên sînor dijîn li benda alîkariyê ne. Welatiyên dildar li Pirsûsê dixebitin jî diyar kirin ku mama, şîr, pateyên zarok û jina xilas bûne û bang li hemû kesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin. Endama Şaxa ÎHD'ê ya Enqere Asli Saraç a ku li Pirsûsê dildarî dixebite divê hemû kes alîkariya Kobaniyan bike.
Aslî anî ziman ku herî zêde hewcehî bi mamaya zarokan heye û wiha got: "Bi taybetî pêwistî bi mamayê zarokên 1-2-3-4 numare heye. Ev mama niha di depoyan de xilas bûne."Aslî da zanîn ku li konbjaran, taxan û gundan bi hezaran zarok hene û wiha axivî: "Her diçe hejmara zarokan zêde dibe. Yên koçberî bajarên din jî hene. Ji ber vê yêkê herî zêde hewcehiya me bi mama û şîr heye." ,Aslî bi lêv kir ku bi lezgînî pêwistî bi pateyên zarok û jinan û malzemeyên taştê hene.''
(ch)

