‘Ji bo vegera Kobanê korîdor pêwîst e’

13:01

 


JINHA


RIHA- Endamê Partiya Demokratîk a Kurdistan a Suriyê Hebîb Mistefa yê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bû û li konbajarê Kader Ortakkaya ya li Pirsûsê bi cih bûye der barê vegera Kobanê de got ku divê beriya her tiştî ji bo vegerê korîdor bê vekirin.


Welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û piştî rizgarkirina Kobanê ji bo vegera Kobanê ketin kelecan û coşekê mezin. Her çiqas rizgarkirina Kobanê coşeke mezin afirandibe jî ji bo vegerê welatiyên Kobanê dibêjin ku divê gor plansaziyeke bê kirin. Endamê Partiya Demokratîk a Kurdistan a Suriyê Hebîb Mistefa got ku her çiqas vegera welatiyên Kobanê pir girîng be jî destpêkê divê ku pêdiviyên jiyana rojane hemû bên amadekirin û ji bo ku welatiyên Kobanê carek din neyên koçberkirin şervanên YPJ/YPG bi aliyê çekan vê bên bi hêz kirin.


‘Dewleta Tirkiyeyê divê polîtiqayên xwe biguherîne’


 Hebîb got ku ji bo welatiyên Kobanê ku jiyanekê bi rûmet bijîn divê dewletên navneteweyî alîkariyê bidin û wiha axivî: “ Zilmek pir mezin hate serê gelê me. Divê ku her kes bibe alîkar lê divê ku destpêkê dewleta Tirkiyeyê bibe alîkar. Ji bo dewleta tirk cihê ku bikaribe xwe tê de bibîne Kobanê ye. Heke dewleta Tirkiyeyê bixwaze bike cîrantiyeke xweş bijî divê ku li hemberî Kobanê politikaya xwe biguherîne û alîkariyê bide Kobanê.”


‘Pêdiviyên rojanê divê bên çareserkirin’


 Hebîb destnîşan kir ku ji bo alîkariyên dewletên navnetewî divê demildest ji aliye dewleta Tirkiyeyê ve korîdorekê mirovî bê vekirin û axaftina xwe wiha domand: “Heke dewleta Tirkiyeyê korîdoreke veke hemû kesên ku dixwazin alîkariyê bidin dikarin alîkariyan bişînin. Her wiha welatiyên Kobanê dikarin xwe bi xwe vê alîkariyê bi kar bînin. Heke hêj welatî venegerîn hemû pêdivî neyên amadekirin dê pirsgirêkên mezin bên jiyîn.”


‘Ji bo dîroka Kurdan Kobanê bila bibe mûze’


Der barê avakirina Kobanê de jî Hebîb anî ziman ku divê bajarekê nû bê avakirin û wiha got: “Dagirkeriya Kobanê û li hemberî vê yeke berxwedana şervanên me divê ku her tim di hişên me de bijî. Zarokên me divê ku baş bizanin ku dîrokekê pir bi xwîn ve derbasbûne û li gorî vê yeke her tim hişên xwe nû bikin. Ji ber vê jî em dixwazin ku Kobanê ya niha bila wek mûzeyekê bê parastin û bajarekê nû bê avakirin.”


‘Ji bo parastinê  alîkariya çekdarî pêwist e’ 


 Hebîb bi lêv kir ku divê dewletên navneteweyî alîkariyê bidin welatiyên Kobanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Ji bo ku welatiyên Kobanê hemû aliyan ve jiyana xwe bidomînin divê hemû dewlet alîkariyê bikin. Ne bi tene alîkariya xurek, avahî û hwd. Her wiha ji bo ku pergala xwe carek din ava bikin wekî dibistanan, saziyên wê û hemû tiştên din bên avakirin. Ji bo ku carek din welatiyên Kobanê koçber nebin divê ku aliyê parastinê de pir bên hêz kirin. Ji bo vê jî dewletên navneteweyî divê ku alîkariya çekan bike û em jî bikaribin welatê xwe bi parêzin.”


(kom/ch)