Cenazeyê Şervanê YPG'ê Harun Ozmen hate definkirin
13:13
JINHA
MÊRSÎN - Cenazeyê Şervanê YPG'ê Harun Ozmen (Devran Amed) ê ku li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Harun Ozmen (Devran Amed) ê ku di 15'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Tarsusê hate definkirin. Cenazeyê Harun li taxa Mîthatpaşa ya navçeya Tarsusê ya Mêrsînê ji aliyê sedan kesan ve bi meşekê anîn Goristana Bajar a Tarsusê. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Harun hatin hilgirtin û dirûşma "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Polîsan li nêzî Nexweşxaneya Omer Sayar bi hinceta pankart û posteran pêşiya girseyê girt û êrîşî girseyê kir. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û 5 kes jî hatin binçavkirin. Piştî polîsan pankart û poster kom kirin hatin vekişandin û meşê careke din berdewam kir. Cenazeyê Şervanê YPG'ê Harun li Goristana Bajar a Tarsusê bi dirûşme û duayan hate definkirin.
Piştî rêzgirtinê girse derbasî konê sersaxiyê yê li taxa Mîthatpaşa hatiye vekirin bûn.
(zt)

