'Tundiya li ser jinê di Meclîsê de didome'
14:24
Eylem Daş/JINHA
STENBOL - Parlamentera HDP'ê Sebahat Tuncel, di Meclîsê de ji aliyê parlamenterên AKP'ê ve rastî êrîşan hat. Sebahat Tuncel bi bîr xist ku piştî qetilkirina Ozgecan Aslan rêveberên hikûmetê diqêriyan û got:''Bi pêşengiya Wekîla Serokê komê ya hikûmetê li hemberî me şîdet hatiye bikaranîn û tundiya li ser jinê di Meclîsê de hatiye rewa kirin.''
Di Lijneya Giştî ya TBMM'ê de dema hevdîtina Qanûna Ewlehiya Navxweyî dihat kirin parlamenterên AKP'yî êrîşê parlamenterên jin a HDP'yê kirin. Parlamenterên HDP'ê Sebahat Tuncel, Ertugrul Kûrkçû û ji parlamenterên CHP'ê Mûsa Çam, Aykut Erdogdu, Refîk Eryilmaz û Mahmût Tanal jî di encama êrîşên AKP'yan de birîndar bûn. Sebahat Tûncel derheqê êrîşan de wiha axivî:''Ji Qanûna Ewlehiya Navxweyî re hemû jin, saziyên civakî ya sîvîl, kesên hûqûqnas û gelek welatî bertek nîşan dide. Ji bo afirandina raya giştî ber xwe didin. Ji bo vê jî AKP dixwaze bi lez vê qanûnê derbas bike. Duh tiştên li Meclîsê hate jiyandin jî hemû bê huquqîyê, binpêkirina mafên mirovan û zîhnîyeta ku tundiya li ser jinê rewa dibîne diyar kirîye.''
'Tundî bi awayên cûda derdikeve pêş me'
Sebahat bi bîr xist ku piştî qetilkirina Ozgecan Aslan rayedarên dewletê bi rojan daxuyanî dane û sozên têkoşîna li hember tundiya ser jinê dane û wiha berdewam kir:'' Niha jî bi pêşengtiya wekîlên xwe yê serokê komê ya hikûmetê êrîş hemberî jinê tê kirin û şîddeta li ser jinê di Meclîsê de tê rewa kirin.'' Sebahat bal kişand ku şîddeta AKP' ê tenê ne fîzîkîye an jî li hember HDP'ê ye, parlamenterên AKP'ê li hember Ayşenur Bahçekapili ya serokatiya Lijneya Giştî ya TBMM' ê dike jî tundiya derûnî pêk tînin. Sebahat axaftina xwe wiha domand:'' Parlamenterên AKP'î her tim ji Ayşenur Bahçekapili re, li ser ku nikare serokatiyê bike gotina dikin û di rêvebirina meclîsê de her tim îtîraz tên kirin. Em dibînin ku tundiya li ser jinê li her derê û bi awayên cûda derdikeve pêşberî me.''
'Qanûna Ewlehiya Navxweyî, sedema kaosê ye'
Sebahat bi lêv kir ku AKP dixwaze Meclîsê bi polîtîkayên xwe yên pêkutî bi rê ve bibe û got ku AKP, temsîlyeta zîhnîyeta desthilatdar yê nêrtî dike. Sebahat axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Heta ku AKP di îktîdarê de be qetlîamên jinan dê bidome. Rizgarbûyina jinan jî ne destê desthilstdaran de ye di yekitî û têkoşîna jinan de ye. Qanûna Ewlehiya Navxweyî, dê sibê jî were niqaş kirin. Em zanin ku ev qanûn dê bibe sedema alozî û kaosê û li ser pêvayoja aşitîyê jî wê bandorek neyinî çêbike. Ji bo vê jî divê hemû derdorên bihêstiyar dengê xwe bilind bikin. Li hemberî vê pergala desthilatdara mêran çareserî tenê têkoşîna rêxistinkirî ye.''
(ch)

