Li bejahiya Konanê YPG pêşde diçe

15:23

 


JINHA


KOBANÊ - Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de 13 gundên Kantona Kobanê hatine azadkirin, herî kêm 14 çete hatine kuştin û hejmarek ji cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku berxwedana hêzên YPG/YPJ li her sê eniyên Kobanê bi pêş ve diçe û der barê operasyonên agahî da. YPG'ê diyar kir ku Pêngava Azadkirina Kobanê ya şervanên YPG/YPJ'ê bi hemû leza xwe berdewam dike û wiha got: "Hêzên me li bejahiya Kobanê bi lez bi pêş ve diçin û operasyonên xwe yên li hemberî gund û noqteyên stratejîk ên di bin dagirkeriya rêxistina terorî ya DAIŞ'ê de ne, didomînin. Şevê din hêzên me li rojavayê Kobanê li hember 6 gundên di bin dagirkeriyê de bûn operasyonek lidar xistin. Gundên Bîreloz, Sêv Elî, Derbenov, Derbazina Mezin, Derbazina Navîn û Derbazina Horan di demeke kin de ji terorîstan hatin rizgarkirin. Bi vî awayî hêzên me li rojavaye Kobanê xwe gihandin çeperên xwe yên peşiya hewldana dagirkeriyê."

Li eniya başûr 12 çete hatin kuştib

YPG'ê derbarê pêngava li eneiya başûrê Kobanê hatiye destpêkirin de jî ev agahî da: "Li başûrê Kobanê jî pêşveçûna hêzên me didome. Şervanên me şevê din li hemberî hin gund û nuqteyên stratejîk operasyonek hemwext lidar xistin. Di encama operasyonê de gundên Bîrabekê, Nûralî, Aslankê, Şaxirkî, Girêk, Şaxê û Qil Eydê, Girê Sîdar û Girê Sêvê, dîsa rêbenda Dîcle ji terorîstan hatiye azadkirin. Di pevçûnên li vê qadê de 12 terorîst hatin kuştin."

Li eniya rojhilat cebilxane hat bidestxistin

YPG'ê da zanîn ku şervanên wan li rojhilatê Kobanê li gundên Eydanê û Mendik jî operasyonek li dar xistine û wiha pê de çû: "Di qadê de pevçûnên demkurt qewimiye û di encamê de li gorî tespîta hêzên me 2 terorîst hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser wesayîteke leşkerî, 5 kleş, 15 şerjorên kleşê û 1.000 fîşekên kleşê, 3 BKC, 1 roketavêja B7, 7 bombeyên destan, 2 debance, 3 rext, 1 bêtel û 1 kamera. Di operasyonên 24 seatê dawî de 7 rêhevalên me yên bi biryardarî û vînêk mezin şer kirin gihîştin şehadetê û 8 rêhevalên me jî birîndar bûn."

(zt)