Çîroka şanoya ‘Destê Şeş Tilî’ ji êşa civakê hatiye nivîsandin

09:40

 


Şêrîn Hiso / JINHA


AMED -  Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê provayên şanoya dramatîk a bi navê 'Destê Şeş Tilî' bi dawî kirin. Lîstika ku ji aliyê girtiyê siyasî Menaf Osman ve hatiye nivîsandin 20'ê sibatê promiyera wê tê çêkirin.


Şanoya Bajara a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ji bo sezaona 2015'an piştî lîstika Molîere 'Nexweşê Nexweşiyê' niha jî zend û bendên xwe badaye ku lîstika bi navê 'Destê Şeş Tilî' ya ku ji aliyê Menas Osman ê girtiyê siyasî ye hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Yavuz Akkuzu dike pêşkêşî şanohezan bike. Teksta lîstikê di 4'emîn Pêşbirka Nivîskariya Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî ku ji aliyê DBŞT'ê ve tê lidarxistin par xelata yekemîniyê wergirtibû. Vê lîstika dramatîk ji aliyê girtiyê siyasî Menaf Osman ve hatiye nivîsandin. Nivîskar ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Menaf ê ku niha di Girtîgeha Dîlokê de dîl e, teksta lîstika Destê Şeş Tilî di girtîgehê de nivîsandiye. Çîroka şanoyê li ser kesên ku li dû bêserûşûnan û li dû şehîdan mane hatiye hûnandin.


‘Teksta şanoyê bandorek mezin li ser min kir’


Lîstik ji aliyê 4 lîstikvanan û dengbêjekî ve tê lîstin.  Karekterên sereke yên şanoyê 3 jê in, dayikek û xwişka şehîdekî ne.  Lîstik êşa jinên ku li dû şehîdan dimînin vedibêje. Derhênerê şanoyê Yavuz Akkuzu diyar kir ku lîstika Destê Şeş Tilî puxteya hezarên çîrokên ku di nava kurdan de diqewime vedibêje û wiha got: "Teksta şanoyê bandorek mezin li ser min kir. Bi hezaran çîrokên bi vî rengî di nava kurdan de çêbûne, lewma mirov dikare êşa şanoya bi kûrahî hîs bike."


'Jin sembola jiyanê ne'


Şanoger û derhênerê lîstikê Yavuz ev 12 sal in bi hunera şanoyê re eleqedar dibe. Yavuz anî ziman ku di 25 lîstikan de lîstiye lê lîstika Destê Şeş Tilî, yekem şano ye ku ew derhênertiya wê dike. Yavuz destnîşan kir ku di lîstikê de lîstikvanên sereke jin in û wiha got: "Nivîskar xwestiye kûrahiya êşa windakirina mirovan nîşan bide. Jin bi rastiya vî hestî dijîn. Jin dayik, xwişk yan jî keçên kesên hatine windakirin in, di lîstikê de jî van karekteran rola sereke dilîzin. Ji ber ku jin bi hestekî rast nêzî jiyanê dibin, ew ji bo dewama jiyanê bûne sembol." 


'Dekor axek mirî ye'


Malzemeya bingehîna a ku dekora lîstikê de hatiye bikaranîn jî ax e. Derhêner Yavuz bal kişand ser armanca wan ji bikaranîna axê di dekora lîstikê de û der barê vê yekê de ev tişt anî ziman: "Me xwest di dekora lîstikê de em axeke mirî bi kar bînin. Axa ku me di dekorê de bi kar aniye ne axa sor e, ji ber ku axa sor temsîla jiyanê ye, cûreyê axa ku me bi kar aniye, axeke bê jiyan e. Her wiha ax di şanoyê de roleke girîng dilîze ji ber ku ew hestên dramatîk digihîjîne mirov."


‘Ji bo min kêfxweşiyek mezin e ku ez derhêneriya vê lîstikê dikim’


Yavuz bi lêv kir ku derhênertiya lîstika 'Destê Şeş Tilî' ji bo wî şanaziyeke mezin e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Nivîskarê vê lîstikê Menaf Osman gerîlayekî hêja bû, her wiha xwedî ruhekî hunerî yê pir xweşik e. Menaf çîrokan dinivîse û wênesaz e jî; ev cara yekem e ku ew teksta lîstikekê dinivîse. Lewre ji bo min kêfxweşiyeke mezin e ku ez derhêneriya vê lîstikê dikim." 


 'Casta lîstikê'


Lîstika  bi navê Destê Şeş Tilî ku teksta wê ji aliyê girtiyê siyasî Menaf Osman ve hatiye nivîsandin ew ê cara yekem dê 20'ê sibatê roja înê saet di 20.00'an de li Eywana Şanoyê ya DBŞT'ê derkeve pêşberî şanohezan. Piştî promiyerê jî dê her rojên în û şemiyê dîsa di saet 20.00'an de were pêaşndan. Lîstika ku derhêneriya wê Yavuz Akkuzu kiriye ji aliyê lîstikvan Elvan Koçer, Kemal Ulusoy, Leyla Batgî, Ozvan Ateş û Dîcle Yavuz ve têl îstin. Di lîstikêd e dê dengbêj Axîn Biro jî bi stranên xwe ve yek ji rolên sereke bilîze. Dekora lîstikê ji aliyê Serdar Geren û Eren Karakuşve hatiye çêkirin.


(aw)