Li Qersê serdana cihê Elifê ji bîr nekin

10:17

 


Gulşen Koçuk/JINHA


QERS – Yek ji jinên ku dahata xwe ya aborî hilberandî Elif Kardaş e. Zoriyên ku Elif di dema aşxanê de dikêşa naha jî di dezgahê de dikêşe.


Jin herî zêde di aboriyê de zoriyan dikêşe, ji bo wê jî li rêyek ya veguherînê digerin. Jinên ku bi kevneşopiyên civakî di malan de hatine girtin, çend salên dawiyê bi sedemên cuda derketine nava jiyana kar. Niha jî din ava jiyana kar de bi serkeftinên xwe ji jinên dinê re dibin mînak. Yek ji jinên k udi jiyana xwe ya kar de serkeftin bidest xistiye jî Elif Kardaş ya 40 salî kul i karsê dijiye. Elif balkişand ser alikariya dayîkan û zarokan û diyar kir ku dema wê hevserê xwe wendakiriye di heman demê de malyeta xwe jî wenda kiriye. Elif da zanîn ku ji bo ew zarokên xwe bide jiyan kirin bi her awayî tekoşîna jiyanê daye.


‘Pêvajoya jiyana min ya herî giring bi 4 kesan derbasbû’


Elif ya ku bi vekirina aşxaneya bi navê “Lezzet Dunyasi” vekiriya û bi wê hem zarokên xwe daye xwendin û hem jî debara jiyana xwe kiriye. Aşxaneya Elifê ji aşxaneyek kilasîk zêdetir bûye cihek yê xwarinên gerim yên malan lê tê çêkirin. Keça Elifê ya biçuk û hevalên xwe din ava aşxaneyê de karên xwe yên malê çêdikin, ji ber wê jî mêvanên tên aşxanê germahiya wê weke ya malekê dibînin. Elif ya ku piştî hevserê wê jiyana xwe ji dest daye ji bo ku bikare li zarokên xwe binêre û wan bide jiyan kirin aşxane vekiriye wiha dibêje: “Pêvajoya jiyana min ya herî giring bi alîkariya diya min me çar kesan xwe li jiyanê girt. Di dema ku min hevserê xwe wendakirî di heman demê de malyeta me jî hat wendakirin. Wê demê me gelek zorî kişand. Ez neçar bûm wê rewşê bi pejirînim û rêya xwe berdewam bikim.”


Xwarina xwe da ecibandin û aşxaneya xwe vekir


Elif destnîşan kir ku piştî wendakirina hevserê xwe wê bi riya hevalên xwe dest bi kar kiriye. Elif da zanîn ku heya hevserê wê jiyana xwe ji dest dayî wê li tu cihan kar nekiriye. Elif derbirî ku ji dema wê dest bi karê aşxanê kiriye heya niha xwarinên wê gelek tên ecibandin û wiha got: “Di sala 2009’an de min hevserê xwe wendakir. Ji wê demê heya sala 2014’an min tekoşîna jiyanê dida. Di sala 2014’an de min biriyara dezgeha ku niha têde dixebitim da. Paşê ez li gel diya xwe û kurê xwe yê mezin axivîm. Wê demê tu pereyên min jî nebûn. Lê min xwest biceribînim, min her tuşt da ber çavê xwe û dest bi vekirina wê kir. Heta ez li gel keça xwe ya 9 salî jî ser vê meselê axivîm. Me biriyar da û dest pêkir.”


Niha karê Lezzet Dunyasi başe


Elif derbirî kul i gel “Lezzet Dunyasi” cihek biçuke jî lê cardin karê wê baş diçe û wiha domand: “Despêkê min pir bawernedikir ez vî karî wiha birêve bibim. Paşê miştêriyên dihatin pir karê min di ecibandin û alîkarî didan min. Heta yên ji cihên dur jî dihatin bi wî awayî nêz dibûn û alîkarî didan min. Van bertekên erênî ez kelecanî dikirim û hêz didan min. Niha kar baş birêve diçe. Dê encam çî bibe nizanim. Hema carekê ev kar ket dilê min û min kir. Tenê pirsgirêka min nebûna hevserê min bû. Xwezî hevserê min jî li gel min bana.”


‘Cihek biçuke lê her tuşt ji dile’


Elif bilêv kir ku dema wan dikan vekiriye karker negirtine, her kesê destê xwe avêtiye karekê û wiha karê xwe kirine û wiha berdewam kir: “Kî dihat hema digotin; ‘Em çî bikin yan jî em dikarin çî bikin.’ Em bi mişteriyên xwe re sohbetê dikin û em weke malbatê ne. Em telefona mişteriyên xwe digirin û dema tuştek lazim be em xizmeta wan dikin. Em dawiya hefteyê bi mişteriyên xwe re rundinin û bi hev re taştê dixwin. Em din ava xwe de şahiyên biçuk jî lidar dixin. Hemû tuştên me ji dilin. Cihê me biçuke lê mişteriyên me gelek jê hez dikin.” Di dawiyê de Elif bang li hemû jinan kir û wiha got: “Divê jin gavan bavêjin. Dema ku riskê negirin ber çavan dê serkeftinê jî bidest nexin. Divê jin hinek rîskan bigirin berçavan.”


(zt)