'Em dixwazin hemû kes vegere gundê xwe'

10:26

 


JINHA


RIHA - Operasyonên paqijkirina şervanên YPG/YPJ'ê li hemû eniyên Kobanê dewam dike. Welatiyên Kobanê piştî rizgarkirina gundên li eniya rojhilat bi navê Kultep, Koran, Baxdik, Îdaniyê û yên girêdayî Grê Spî (Til-Ebyad) Hûrûb û Axbaşê benda vegera gundên xwe ne. Penaberê bi navê Xelîlê Herro yê ji gundê Koranê diyar kir ku ji bo Kobanê ne keve, gelek berdîl daye û ji bo wan çi bike jî nikarin mafê wan bidin. Welatiyê bi navê Ahmet Soylemez yê ji gundê Xirabeyi Berana jî got ku Tirkiye ji bo êrîşkirina çetetab deriyê xwe vekir û her wiha ji bo vegera wan jî dîsa alîkariyê dide.

Şervanên YPG/YPJ'ê li hemû eniyan bi meşa azadiyê gundê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin. Piştî binketin û wendakirina çeteyan li hemû eniyan ber bi azadiyê ve diçe û opersyon lez û bez didom e. Pêşketina şervanên YPG/YPJ'ê ber bi Grê Spî (Tel-Ebyad) çavên çeteyên DAIŞ'ê û aligirên wan tirsandiye. Hat ragihandin ku çeteyên ji Grê Spî direvin di sînorê Tirkiyeyê de derbasî tirkî dibin. Welatiyên Kobanê piştî rizgarkirina gundên li eniya rojhilatê bi navê Kultep, Koran, Baxdik, Îdaniyê û yên girêdayî Grê Spî (Til-Ebyad) Hûrûb û Axbaşê benda vegera gundên xwe ne. Penaberê bi navê Xelîlê Herro yê ji gundê Koranê da zanîn ku dema êrîşê çeteyên DAIŞ'ê pêk hat, neçar man cih û warê xwe biterikînin û hatin cem xizmên xweyî li gundê Keloşkê ya girêdayî Grê Spî. xelîl diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê 10 roj berê gundê wan ji çeteyan paqij kiri ye û çûye gundê xwe. 

'Tevî hemû şert û mercên şerê dijwar YPG/YPJ'ê pêdiviyên me didîtin'

Xelîl bi lêv kir ku piştî çûn gundê xwe û demekê kurt li gundên Bexdik ve Kultepê jî hatiye rizgarkirin. Herro got ku jiyana gundan hêdî hêdî dikeve wek rojê berê û wiha axivî: "Hemû kes dibêjin em dixwazin biçin gundên xwe. Bila çi be jî em vegera gundê xwe dixwazin. Ez deh rojan li wêderê mam. bi dehan kes niha li gund hene. Şervanên YPG/YPJ'ê bi destên xwe xwarin ji mere di anîn. Tevî hemû şert û mercên şerê dijwar şervanên YPG/YPJ'ê hemû pêdiviyên me pêk di anîn. Gundê me bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya bêhampa rizgar bû. Em êdî qet nema gundên xwe dihêlin." 

'Leşkeran tu carî ewlehiya me ne digirt'

Welatiyê ji gundê Keloşkê yê li hemberî gundê Koranê dikeve bi navê Ferîdûn Tîmûrtekîn got ku çeteyên DAIŞ'ê li ber cavên leşkerî tirk wesayît, ajal û alavên wan didizîn û bi peran difroşin hevkarên xwe. Ferîdûn da zanîn ku dema gundên wan di destên DAIŞ'ê de bû leşkerê tirk ewlehî ne digirtin û wiha pê de çû: "Ji ber ya gund bikeve destê YPG'ê leşker ev herem ji DAIŞ'ê re hişti bûn. Piştî ket destê YPG'ê her deh gavan cihakî bendek kontrolê ava kirine. Her wiha dema DAIŞ li hember bûn, carna gule bera me didan. Gelek diwarên malan jî ji guleyan qul bûne." 

'Çete li ber çavên leşkeran derbasî Tirkiyeyê bûn'

Welatiyê ji gundê Xirabeyi Berana bi navê Ahmet Soylemez jî diyar kir ku bi operasyonê rizgarkirina gundan gelek çeteyên DAIŞ'ê çek û alavên xwe berdan û derbasî Tirkiyeyê bûn û wiha domand: "Çeteyan ji beriya niha bi taybet gundê Gemredînê yê li hemberî gundê Sîlîfkiranê dikeve wek navenda bazarê bi kar di anîn. Gundê Gemredîn yên ereba ye. Têkiliya hemû yan jî bi çeteyan re heye û ji be vê yekê her tim di di nav stendin û dayînê de bû."

(kom/zt)