'Em sînorê xwe di parêzin'
10:30
JINHA
RIHA -Welatiyê gundê Elîzerê Apê Îsmaîl yê ku 78 salî ji bo piştgirî û piştevaniya şervanên YPJ/YPG’ê her roj tevlî çalakiya zincîra mirovan dibe. Apê Îsmaîl got ku armanca wan ya yekemîn piştgiriya berxwedêrên Kobanê ye û ji bo parastina sînor e.
Ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê berxwedana li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bênavber dewam dike. Berxwedêran bi sekna xwe berxwedana xwe nîşanî tevahî cihanê da. Di çalakiya li ser sînor de ji 7 sali heya 70'ê salî dil û ruhê hemû welatiyan bi şervanên YPJ/YPG’ê re lê dide û piştgirî dida şervanan. Welatiyê gundê Elîzêr Apê Îsmaîl Ceylan (78) salî jî ji wan çalankvanan yeke. Apê Îsmaîl piştî ku gundê Kosikê yê ku li hemberî gundê Elîzêrê hat rizgarkirin gelek keyfxweş bûye û keyfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman:‘Ez qurbana şervanan bim ku ew çeteyên gemar û hov li ser axa me derxistin.”
‘Dema gund hat rizgarkirin gund bû qada cejnê'
Apê Îsmaîl got ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê gundê Koçikê dagir kir welatiyên Elîzerê pir zehmetî dîtibûn û wiha axivî: “ Dema ku hatin her tim gule li ser me di barandin. Şervanên me hatin û ew hemû ji gundê me derxistin û ew perîşan kirin. Dema ku gund hat rizgarkirin me di nava gund de cejin pîroz kir û em gelek keyfxweşbûn û me tilîlî avêtin. Ew çeteyên gemar cenazeyên wan man li erdê.”
Apê Îsmaîl derbarê sînorên ku bi dest hatin xîzkirin û bê wate de jî got ku ew sînor di nava xal û xahrziyan de hatine çêkirin û wiha got: “ Gundê Elîzêr û welatiyên li gundê Koçikê hemû mirovên hevin. Em hestî û goş yekin lê sînor çêkirine û em nikarin alîkariyê bidin yek."
'Em sînorê xwe di parêzin'
Apê Îsmaîl derbarê zincîra mirovan de jî anî ziman ku bi çalakiya xwe ew çoş didin şervanên YPJ/YPG’ê û wiha domand: “ Em li virin û em şervanên xwe silav dikin. Em dixwazin ku şervanên me baş bizanî bin heya dilopek xwîna xwe em bi wan re ne. Em ê bi şev û roj nobetê bigrin. Em li virin û em ê sînorê xwe bi parêzin. Eger ez ciwan ba ma ez ê tevlî şervanên YPG'ê bû ma."
(kom/zt)

